Li Nisêbînê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûn
17:11
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê li kolana Çaxçaxê li hember maşîneya zirxî ya polîsên tîmên taybet êrîşa biroket pêk hat û piştî êrîşê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûn.
Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe û êrîşên polîsên tîmên taybet ên dijwar bênavber didomin. Li kolana Çaxçaxê ya 4 taxên berxwedanê digîhîne hev, maşîneya tîmên taybet a ku hatiye bicihkirin bênavber taxan gulebaran kir. Dema ku maşîneya zirxî taxan gulebaran dikir li dijî wê êrîşa biroket pêk hat û teqînek mezin rû da. Piştî êrîşê herî kêm 3 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Tîmên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
(bg/eb/rc)
