Li Silopiyê ciwanek din jî hate qetilkirin

18:02

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê di encama êrîşên hêzên dewletê de ciwanê bi navê Îbrahîm Bîlgîn (18) hate qetilkirin û welatiyek jî birîndar bû.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, hêzên dewletê di operasyonên komkujiya fîzîkî de ciwanek din jî qetil kir. Di gulebarana hêzên dewletê de ciwanê bi navê Îbrahîm Bîlgîn (18) li ber derê mala xwe ya li Taxa Yeşîltepe ji sînga xwe giran birîndar bû. Îbrahîm ê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê lê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku piştî ku Îbrahîm birîndar dibe, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ambulansê digere lê ambulans dereng tê cihê bûyerê.

Li Taxa Karşiyakayê jî welatiyek ku navê wî nehat zanîn di gulebaranê de birîndar bû. Welatiyê birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Li navçeyê, gelek kesên ku di nav 6 rojên dawî de birîndar bûne, ji ber êrîşan nikarin biçin nexweşxaneyê.

(rc)