ROJEVA 20'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Bajarê Colemergê ya ku herî zêde pirgirêka aborî lê tê jiyan kirin e. Mêr li qumarxanê tombeleyê dileyîzin û li malê tundiyê li hember jinê pêk tînin. Jinên Colemergê jî li hem berî vê pirgirêkê çalakiya alternatîfa di ser girtina qumarê dan meşandin û destûr nadin ku mêr qumarê bilîzin. Aktîfîsta KJA'ê Hatîca Îdem diyar kir ku pirgirêka qumarê encax wiha dê bê çareserkirin.
*Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan li Kurdistanê dibin îlanên qedexeya derketina kolanan de qirkirinên tên jiyankirin nirxand û got: "Em hikumetê vedixwînin mirovbûnê. Qedexeya derketina kolanan ne di hiquqa me de ne jî di hiquqa navnetewî de nîne. AKP bi qedexeya derketina kolanan suc dike."
*Ozlem Yildiz Cunduz li Îzmîrê bi dikana xwe yê aksesuwar û cilan balê mirovan dikêşe. Ozlema ku 15 salan e dikanê dide xebitandin diyar kir ku ew rû û hêviya xwe daye aştiyê.
*Li Kurdistanê bi hefteyane dorpêç û qedexeya derketina kolanan berdewam dike, dewlet zora koçberiyê li welatiyan dike. Jinên di sala 1994'an de ji gundê Ordekliyê koçî taxa Turkozu ya navçeya Mamak a Enqerê kirine gotin: "Li gel hemû valakirina gundan, qetilkirin, girtin û îskenceyan hîna em tekoşîna xwe berdewam dikin."
*Êrîşên polîsan ên ser malbata Musur Aslanê ji aliyê tîmên tayîbet ve li Nisêbînê hatî qetilkirin berdewam dike. Hema piştî Musur bi hinenta ji mirivan 3 polîsan berpirse birayê wî Baran girtin, niha jî bi heman hincetê xalê wî Cudî Tokay girtin.
*Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer diyar kir ku hezimnekirina dewletê ya ji bo hamleya Cerablus û Rojava di be sedem ku ser gelê kurdên li Tirkiyeyê polîtîkaya şer pêşbixe û wiha got: "Xendek ne sedeme encame. Dewlet jî vê dezane. Ji ber ku dewlet ji vê ditirse 10 hezar leşker şandiye Cizîr û Silopiya. AKP bi vî awayî di nava kurdan û tirkan de hewildide xendekan bikole."
