Li Silopiya di nava 7 rojên qedexeyê de 8 welatî hatin qetilkirin
09:16
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya ya ku di roja 7'an de êrîş berdewam dike Taybet İnan giran birîndar bû, ji ber ku nekarîn bigihînin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Li gel alaya sipî radikin jî de dema birina nexweşxanê de carekdinê gulebaran dikin.
Li Silopiya dibin dorpêçê de êrîş di roja 7'an de berdewam dike, li ser Taxa Nuh êrîş giran bûne. Li malek a Kolana Cumhuriyetê ji ber gulebarana wesayîtên zirxî di malekê de Taybet, Yusuf û Halit Înan giran birîndar bûn. Heya serê sibê ji bo birîndaran li benda abolansê man. Ji ber windakirina xwînê Taybet Înan jiyana xwe jidest da. Yusuf û Halît jî nikarin ji malê derxînin. Li gel ku malbatê alaya sipî jî li derê malê daleqandiye ji bo birîndaran bigihînin nexweşxanê lê cardin tên gulebaran kirin.
Li Silopiyayê li gel Tayîbet 2 jê zarok 8 kes hatin qetilkirin. Navê welatiyên hatine qetilkirin wihane; Huseyin Guzel (70), Suleyman Çoban (70), Yusuf Aybi (80), Şiyar Ozbek (25), Reşit Eren (17), Axîn Kanat (16), İbrahim Bilgin (18), Taybet İnan (50)
(ma-at/zt)
