Li Kerboranê bi hezaran welatî ber bi Taxa Safa ve meşiyan
11:57
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê gel li dijî êrîşan daket kolanan. Li navenda navçeya û ji gundan bi hezaran kes ber bi taxa Safa ve dest bi meşê kirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li dijî terora dewletê ku ev 10 roj in berdewam dike gel li dijî êrîşan daket kolanan. Ji navenda navçeyê taxên Tepebaşi, Bahçebaş, Sarayê bi hezaran kes daketin kolanan û ber bi taxa Safayê ve dest bi meşê kirin. Çalakiya gel bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kerboranê" "Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin" "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibin goristan" berz dikin û serê sibehê ji gundên Deyvan û Xelîla yê û gundên din jî bi hezaran welatî ber bi navçeyê ve dimeşin.
(zt)
