Li Silopiya bi sedan kes di avahiya dişewite de girtî mane

12:59

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Başak a Silopiya di bodroma avahiyekê de 3 rojin di navê de zarok jî heyî 250 sivîl di dorpêçê de mane, derdora avahiyê ji aliyê leşker û polîsan ve hat girtin. Di bin bombabarana giran de agir bi avahiyê ket, welatî dibêji: "Dema ku mudaxeleyî avahiyê neyê kirin dê komkujî derkeve."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja 7'an de êrîş berdewam dikin. Li Taxa Başak di bodroma avahiyekê de 250 sivîl dimînin derdora wê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye girtin. Avahiya ku sê rojin dibin dorpêçê dene bi çekên giran tê bombabarankirin, agir bi avahiyê ket dema ku mudaxele neyê kirin dê komkujî derkeve.

Ji welatiyên di bodroma avahiyê de girtî mane banga hestiyariyê kir û got: "Avahiya ku em di bodroma wê de dimînin derdora wê hatiye dorpêç kirin. Bi çekên giran êrîş dikin. Dixwazin me hemûyan qetilbikin. Deroniya jin û zarokan xira bûye. Pêdivî bi alîkariya lezgîn heye. Ger mudaxele neyê kirin dê komkujî çêbibe."

Li aliyê dinê jî cenazê Îbrahim Bilgiç ê 18 salî ku li ber derê mala xwe ya li Taxa Yeşiltepeyê bû di gulebaranê de ji sînga xwe birîndarbû rakirin Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

(kom/zt)