Di teqîna li Hezexê de 3 kesan jiyana xwe jidest dan

14:38

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexê di malekî de teqîn çêbû û di encama teqînê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Hezex a Şirnexê, ji ber sedemekî ku nayê zanîn, li Taxa Yenimahalle di malekî de teqîn çêbû. Li gor agahiyên destpêkê di teqînê de welatiyên bi navê Muhîttîn Olgar (50), Omer Geçgel (28) û Mehmet Latîf Olgar (36) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Ji ber teqînê di mal de xisar çêbû. Piştî teqînê hin esnaf kepang girtin.

(zt)