Jinên pêşengên berxwedanê ne di hedefê denin: Li Silopiya Ayşe Buruntekin qetilkirin

17:42

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Silopiya Ayşe Bruntekin a ku derket ser banê xwe di gulebarana polîsan de jiyana xwe jidest da.

Li hember êrîşên dewletê yên şikandina vîna gelê kurd berxwedan berdewame. Li Taxa Cudiya Silopiyayê dayîka 9 zarokan Ayşe Buruntekin a 40 salî dema ku derket ser banê xaniyê xwe di encama gulebarana polîsan de hat qetilkirin. Ji ber topbaranê nikarin cenazeyê Ayşe ji malê derxînin.

Di nava rojê de li Cizîr û Nisêbînê 2 jin qetilkirin.

(zt)