Ya ku bi çanda şoreşgeriyê jiyana xwe ya kar biser xist: Nevîn Îl

17:03

 


Derya Ceylan / JINHA


AMED - Nevîn Îl di jiyana xwe ya kar de rolê ku girtiye û serkeftinên bidest xistiye hemû xwe dispêre malbata ku têde mezin bûye xwediyê çandek ya şoreşgeriyê ye. Nevîn li gel zoriyên aboriyê di temenê pir ciwan de ketiye nava tekoşînê. Nevîn dema ciwaniyê, salên rojnamegeriyê û di beşa avahisaziyê de bi zoriyên ku pêre rû bi rû maye vegot.


Di jiyana xweya kar de di serî de rastî pirsgirêkên zayendî û cudahiya zayendî hatiye. Di qadên perwerde, tendirustî, parastina civakî, sîyaset û di navendên xebatê de dema tevlî jiyanê dibin rastî hişmendiya mêr ya serdest tê. Jina ku ji aliyê civakê ve hatiye veder kirin. Niha jî civak jinan di jiyana kar de weke xetere dibînin. Ji ber di dîrokê de herdem jin xwediyê kevneşopiyek ya parastinêye. Jinên ku li hemberî mêrên xwediyê amûrên şer, pergala civakî, aborî, siyasî û çandê  mehrûn hatin hiştin, jin tekoşîna wê dide. Yek ji van jinên xwediyê çanda berxwedanê Karmenda Kurd Nevîn Îl e... Nevîn ya ku ji nava kevneşopiya tevgera gelê kurd hatiye, niha jî îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Seroka Komaleya Dogu û Guney Dogu (DOGUNDAD) û yekem jina ku di nava Komeleya Pîşesazî û Karmendan ya Amedê (DİSİAD) ê de cîh girtiye. Nevîn ya ku xwediyê kesayeteke rojhelatî, xwediyê nasnameyek berxwedanvan, di salên xwe yên rojnamegeriyê de weke jinek karmend di sektora avahîsaziyê de cîh girtiye. Çîroka xwe ji JINHA yê re vegot.


'Min di rojameya 'Sosyal Demokrat' de nûcegîhaniya herêmê kiriye'


Nevîn ya ku ji nava çanda malbatek demokratîk hatî, diyar kir ku ji ber xwediyê malbateke her dem çanda demokratîk diparêzeye, ew hînî ked dayînê û serkeftin bi dest xistinê bûye û ev êdî bûye felsefeya jiyana wê û wiha got: "Ezmunên tekoşîna jiyanê yên herî mezin min di nava malbata xwe de girtine." Nevîn da zanîn ku di sala 1979'an de tevgera azadiya gelê kurd nas kiriye. Nevîn destnîşan kir ku di temenê xwe yê ciwan de weke jineke berxwedanvan kar kiriye û wiha domand: "Li gorî di aliyê aborî de rewşa me xirab bû jî diya min û bavê min yên ku xwediyê 7 zarokanin, her 7 zarokên xwe dan xwendin. Malbata min ya xwediyê çanda demokratik di wê baweriyê de bûn zarokên wan bixwînin dê başî û xirabiyê ji hev cuda bikin. Ji ber van sedeman di demê ciwaniya xwe de ez hem dixebîtîm û hem jî min dixwend. Ji ber zoriyê pêvajoyê min xebatên xwe hinek paşde xist." Nevîn diyar kir ku piştî xwendina dibistana amadeyî dezgahên kincan vekir. Nevîn paşê qala salên xwe yên muhabîriyê kir û wiha got: "Min di rojnameya Sosyal Demokrat Gazetesi de ya di riya Sosyal Demokrat Partî (SODEP) ê de weşan dikir de muhabîrî dikir. Li gorî ku SODEP'e partiyek zagonî bû jî cardin li ser me pir tundî hebûn. Ji aliyê polîsan ve weke ku em karekî der zagonî dikîn weşana me dibin çavdêriyê de digirtin."


'Min rojnamegerî û bazirganî bi hev re birê ve dibir'


Nevîn da zanîn ku li gel rojnamegeriyê bazirganî jî birêve dibir û wiha pêde çû: "Ji bo ku di aliyê aborî de em bikarin xwe birê ve bibin, min li gel 2 hevalên xwe me kompîtorek girt û me dukanek ya dezgîniyê ve kir. Karê me li gorî me hêvî dikir birê ve neçû û her 2 hevalên min dest jê berdan. Li gorî ez tenê mam jî, li gel hemû zoriyan min dev jêberdan layêqê xwe nedît. Min hewil dida hem karê xwe yê çapxaneyê û hem jî karê xwe yê dukanê bi hev re bibim." Nevîn destnîşan kir ku piştî demekê karê wê wiha domand paşê hinek duzen ket karê wê.


'Min di nava tevgera azadiya gelê kurd de zindî cîh girt'


Di salên 1970'an de li hemberî nêrînên polîtîk darbeyek kirin û her kes girtin bin çavan. Nevîn bibîr xist ku heta salên 1990'an hêdî hêdî girtiyên siyasî derketin û cardin muxalîfên li girtîgeha Amedê ketin nava hewildanan û wiha domand: "Bi derketina girtiyên siyasî re cardin nêrîna muxalîf zindî bû. Min jî di nava tevgera azadiya gelê kurd de cîh girt û min zindî dest bi xebatan kir." Nevîn bal kişand li ser salên 1990'an û qedexe kirina cejna kurdan Newroz û got: "Di wê pêvajoyê di gundan de gel dikarîn agir pê bixin û di cihên biçuk de pîrozbahiyan bikin. Lê heman tişt ji bo bajar derbas dar nebû. Di pêvajoya Newrozê de li Amedê zordariyên pir mezin hebûn. Cardin pêvajoya Newrozê bû. Me biryar da ku em di bajaran de jî Newrozê pîroz bikin. Ev biryara me pir cidî bû. Weke ku dê dawetek çêbibe, me salonek ya dawetê kirê girt û me Newroz xwe pîroz kir. Dema em ji salunê der ketin polîsan êrîşî me kir û em hemû girtîn bin çavan." Nevîn da zanîn ku piştî ew girtin bin çavan, birin dadgehê û 3 meh ceza dane wê.


'Birayê minê mezin ji ber tevlî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bû di îskenceyê de qetil kirin'


Nevîn diyar kir ku dema ji girtîgehê der ketiye cardin di nava xebatên tevgera azadiyê de cîh girtiye û li Amedê di rêvebariya navçeyê ya Partiya Gel a Kedê (HEP) ê de cîh girtiye. Nevîn destnîşan kir ku piştî girtina HEP'ê di rêveberiya Navenda Amedê ya Partiya Demokratîk HDP'ê de cîh girtiye. Nevîn diyar kir ku di pêvajoyên salên 1990'an dema wendakirina parlementerên kurdan û zêdebûna faîlên kiryarên wan ne diyar zext û zoriyên li ser Navanda Rêxistina wan ya HDP'ê jî zêde bûn. Nevîn da zanîn ku di pêvajoyên 1990'an dema faîlên kiriyarên wan ne diyar ya JİTEM'ê de birayê xwe wenda kiriye û got: "Di tîrmeha 1990'an de Serokê Navenda HDP'ê ya Amedê Vedat Aydin bû qurbaniyê kiryarên ne diyar. Birayê min Remzî Îl jî ji ber li Amedê tevlî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bû, hat bin çav kirin û bi rojan îskence dît. Em bi rojan lê geriyan me li tu qereqolan nedît. Di dawiyê de me birayê minê mezin bi bedeneke nîv zindî û pir îskence dîtî di nava çopekê de dît. Me birayê min rakir nexweşxaneyê li gor hemû mudaxeleyan jî birayê min rizgar nebû." Nevîn destnîşan kir ku her roja ku derbas dibû li ser muxalîfên kurd zordarî zêde dibû. Nevîn diyar kir ku ji ber van pêkutiyan ew neçar man ji Amedê koçî Stenbolê bikin.


'Di rojnameya Azadî de rupelê jinê vekir'


Nevîn da zanîn ku di 14 salên xwe yên li Stenbol jiyayî de dev ji tekoşîna xwe ya nava tevgera azadiyê berneda û wiha domand: "Ji ber pêkutiyan min bajarê xwe terikand. Di wê pêvajoyê de rojnameya Azadî li Stenbolê weşan dikir. Min jî di rojnameyê de weke darhenêrê weşana giştî dest bi xebatê kir. Rojnameya Azadî ya bi kurdî û tirkî weşan dikir, min li gel hevalên xwe me di rojnamê de rupela jinê vekir." Nevîn destnîşan kir ku ji ber wan di rojnamê de bê muçe bi dilxwezî di xebitîn, ji bo pêdiviyên xwe yên aborî jî neçar bû bi karê xwe yê bazirganiyê re jî mijul dibû û got: "Dema ku ez di rojnamê de dixebitîm ez zewicîbûm û du canî bûm. Min hevserê xwe di qezayek ya tirafîqê de wenda kir. Piştî wenda kirina hevwerê xwe min di aliyê abarî de zorî jiyan kir. Ji bo pêşeroja zarokên xwe ez difikirîm ku çî bikim. Di dawiyê de min biryar de ew avahîsaziya ku hevserê min nîvî hêlayî bi qedînim." Nevîn diyar kir ku wê di aliyê sektora avahîsaziyê de fikirên nû afirand û di avahîsaziyan de ji bo xemilandina dora pencereyan biryara domandina wê de.


'Mêr tehmûla srekeftinên jinan nakin'


Nevîn da zanîn ku piştî zaroka wê hat dinya yê biryara vegera welatê ku jê dayîk bûye da û wiha domand: "Min xwest zaroka min li Kurdistanê mezin bibe û ez vegeriyam Amedê. Ji ber min xwest zaroka min bi hestên kurdî li nasnameya xwe xwedî derkeve û di ferqa her tiştî de mezin bibe. Ez vegeriyam Amedê û pîşeyê hevserê min sektora avahîsaziyan min pêş xist û weke jinekê ez bi ser ketim û min îzolasyona pîlaqeyan hilberand û Sazûmaniya Guneyê ava kir. Piştî ku min Sazumaniya Guneyê çêkir di herêmek 200 metre kare de min dest bi helberînê kir. Di rojên despêkê de ji ber sektorên avahîsazên Amedê min zorî kirşandin. Ji ber mêrên ku nedipejirandin jin di sektoran de cîh bigirin, serkeftina min ya di avahîsaziyan de jî tehmul ne dikirin." Nevîn diyar kir ku ji ber ne tehmuliya mêran ya li hember serkeftina karê jinan li gel hemû zehmetiyan jî ew hêj girêdayî karê xweye û ji karê xwe hez dike û got: "Min tucarî ji karê xwe yê bazirganiyê gav paşde neda û min îmza avêt binê gelek serkeftinan."


'Karê ku weke yê mêran tê dîtin di sektora avahîsaziyan de piranî karkerên min jinin'


Nevîn destnîşan kir ku di serkeftinên wê yên jiyana kar de paya mezin ji çanda şoreşgerî û kevneşopiyên şoreşgerî tên û got: "Weke fîrma di herêmê de me serkeftinên mezin bi dest xistine. Di herêmê de weke helberînvanên herî mezin fîrmaya me tê dîtin. Piştî serkeftinên ku min bi des xweve gihand min li herêma Federal a Kurdistanê jî şirket vekir." Nevîn da zanîn ku li herêmê û herêma Federala Kurdistanê nêzî hezar karkerên wan hene û diyar kir ku li gorî sektora avahîsaziyan weke "karê mêran" tê zanîn, lê piraniya karkerên wê jinin.


Rojên 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê di kargehên wan de betlaneye


Nevîn bal kişand li ser di herêmê de cihê avakirina xebatên jinan û got: "Bi taybetî li herêmê weke jinek vekirina cihê kar kirina jinan min kêfxweş dike. Vekirina cihên kar, hêjmara karkeran zêde kirin di vê de zêde bûna keda min hem min û hem jî rêveberiya şirketê kêfxweş dikin." Nevîn diyar kir ku ew giringiyê didin karê jinan û ji ber piraniya karkerên wan jinin, ew 8'ê Adarê Roja Karkerên Jin yên Cîhanê, 21'ê Adarê Cejna Newrozê û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê na xebitin.


'Divê mejiyê hikûmetê safî bibe'


Nevîn da zanîn ku ji bo pirsgirêka kurd û girêdayî pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Îmralî ve hatî despê kirin li herêmê hesasyeta pêvajoyê heye û got: "Di aliyê pirsgirêka kurd de divê mejiyê dewletê safî bibe. Çareser kirina pirsgirêkên civakî û demokratîk bi pirsgirêka kurd ve girêdayîne. Êdî dem hatiye ji bo pirsgirêka kurd bernameyekê danin û çareser bikin." Nevîn diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya ku bi Îmralî despêkirî divê bê domandin, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî pêdivî bi nexşerêyekê heye. Nevîn herî dawiyê destnîşan kir ku pirsgirêka kurd dê her kesê bi hêz bike û got: "Di herêmê de ber bi sînoran ve di nava aştiyê de bûyîn, dikare bibe yek welet. Ev di berjewendiyên me teva dene."


(zt)