Li İzmirê di êrîşa polisan de 5 kes hatin binçavkirin
19:33
Kanûn
20
/ 2015
JINHA
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di êrîşa polîsan a li hemberî meşa azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gelek kes birîndar bûn û 5 kes jî hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê, meşa bi pêşengiya Meclîsa Aşitiyê ya Îzmîrê, KJA û TAYD-DER a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rastî êrîşa polîsan hatin. Di pevçûnên piştî êrîşê derketin de gelek kes ji ber êrîşên polîsan birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdor.
Di êrîşên de her wiha welatiyên bi navê Tahîr Ayik, Dîla Yildiz, Ridvan Alp, Gamze Ozturk û Zerrîn Oklan hatin binçavkirin.
(zt)
