ROJEVA 21'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayîka şervanê HPG'ê Yilmaz Gumuş (Kaniwar Canfeda) yê ku di 9'ê kanûnê de li bejahiya Nisêbînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dayî Arife Gumuş got: "Kaniwarek çu, lê li cihê wî hezar Kaniwar hatin. Kaniwar jiyana xwe da azadiya gelê xwe. Zarokê min di rêya romet û şerefê de şehîd ket. Bila zarokê min bibe şehîdê Kurdistanê yê dawiyê û êdî dayîk negirîn."

*Êrîşên ser taxên Cizîrê yên dibin dorpêçêdenin giran bûne. Jin dibin êrîşan de pêdiviyên xwe li ser agir dabîn dikin. Jinên ku agir vêdixin û li ser agir xwarênê amade dikin ji bo berxwedana Sur, Nisêbîn, Kerboara û Silopiyayê silav şandin.

* Cenazê şervana YPJ'ê Meliha Çuruk (Sterk Serhed) ya ku li Hola girêdayî Hesekê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dayî 41 rojin li sînor tê rawestandin û nadin malbata wê.

*Dema ku mirov li Tirkiyê qala çapemeniya jinê bike teqez Kovara Pazartesiyê ya ku sala borî dawî li weşanxana xwe anî tê bîra mirovan. Me jî li ser weşana jinê bi rêvebera Kovarê re gotûbêjek germ pêk anî.

*Pêşengê têkoşîna gel jinên Nisêbînê wiha dibêjin, "Êdî zarok jî, hesreta ax çiye fêmdikin. Eger em bimrin jî em ê dev ji warê xwe bernedin."

*Jinên Cizîrê ku bi rojane dibin tank û topan de têkoşîna jiyanê didin peyam heya dawiyê berxwedanê didin. Li Cizîrê Koroya 'Dengê berxwedanê' hatiye avakirin. Li Cizîrê şîn qedexeye, ji ber ku sonda heya serketinê girtina govendê dane. Li ber agir dayîkek bi dengbêjiya Botanê sitirana ‘Dayîka sê zeroka birîndare li taxa Cudî way li minê’ got, paşê jî li ber dengê tenekeyan êdî dengê topan êdî nayê bihîstin.