Emîre li gundê wê ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin
11:44
Kanûn
21
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê Emîre Gok a dayika 4 zarokan e û duh li Nisêbînê hatibû qetilkirin li gundê Bawernê hate definkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tîmên taybet li taxa Girnavasê dayika 4 zarokan Emîre Gok (39) qatil kiribûn. Cenazeyê Emîre ji aliyê malbat û Rêveberên HDP û DBP'ê ve li gundê Bawernê hate definkirin. Di merasîma cenaze de dirûşma "Bijî berxwedana Nisêbînê" hate bilindkirin.
(zt)
