Li navenda Şirnexê pevçûn, ji Cudî ber bi Cizîrê ve meş

12:57

JINHA

ŞIRNEX - Berxwedana Şirnexiyên ji bo şikandina dorpêça ser Cizîr û Silopiya ketine rê û rastî mudaxeleyê hatine berdewam dike. Şirnexiyan barîkat rakirin bi hezaran di pesarên çiyayê Cudî de ber bi Cizîrê ve dimeşin.

Piştî ku meşa ji bo rakirina dorpêça ser Cizîr û Silopiya rastî mudaxeleyê hat li tevahiya bajêr pevçûn belav bûye û berdewam dike. Bi mezinbûna pevçûnan re ji nava bajêr dengê çekan bilind dibe. Li Taxa gundogdu polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin. Ji nava taxên dinê yên navendê jî dengê çekan bilind dibe. Li hember êrîşan berxwedana gel berdewam dike. Bi hezaran Şirnexiyên barîkat rakirin di pesarên çiyayê Cudî de ber bi Cizîrê ve dimeşin. Di navê de parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Burcu Çelik Ozkan û Berdan Ozturk jî heyî girse bibiriyar têkeve Cizîrê.

Welatiyên ji Qilaban, Elkê, Roboski, Basan, Dêrgulê, Hezex û gundên derdora Silopiyayê jî ber bi Cizîr û Silopiya ve dimeşin rastî êrîşa polîsan hatin. Ji serê sibê de li Qilabana dibistan hatine boykotkirin, esnafan derê dikanan venekirine, ajokaran wesayît nedane xebitandin bi hezaran welatî ber bi Cizîrê ve dimeşin. Girseya ku ji Qilabanê ketin rê di ketina Sêgirgê li ser pira hêsin ji aliyê lekeran v e hatin rawestandin. Di navbera girseya bibiriyar û lekeran de pevçûn derket. Gel bi tilîlî û diruşman li bendê ne rê bê dayîn.

Bi sedan Roboskiyên ber bi Cizîrê ve meşiyan jî li qereqola Înceleer rastî astengiya leşkeran hatin. Roboskîjî li bendêne rê bê dayîn li ber qereqolê sekinîne.

Bi hezaran welatiyên Elkê yên ber bi Cizîrê ve dimeşin jî ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin.

Hemû gundên Silopiya ber bi Cizîr û Silopiya ve dimeşin. Di dema meşê de gundî rastî mudaxeleya polîs û leşkeran hatin.

(zt)