Êrîş li ser Nisêbînê despêkir

13:06

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketinê li hemû navçeyan hat îlan kirin êrîş despêkir. Li gel berxwedana 4 taxan, li serê kolanên taxa Kişla û Zeynelabdîn wesayîtên zirxî hatine bi cih kirin û ji wir li ser gel gule direşînin û bombeyên gazê tên avêtin.

Qedexeya ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye îlankirin di roja 8'ê de berdewam dike. Vê sibê saet 10.00'an de li tevahî navçe qedexe hat îlankirin û êrîş despêkir. Berxwedana taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa ên ji roja despêkê qedexeyê derbasî taxa Kişla û Zeynelabîdîn. Piştî ku qedexe li hemû navçe hat îlankirin, polîs û leşker serê her kolanek yên taxê Kişla û Zeynelabdîn wesayîtên zirxî bi cih kirin û ji wir gule direşînin ser gel. Li hember êrîşa gel bi dirûşemeyên, "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bijî Serok Apo" berzkirin û bi çalakiya deng derxistinê êrîş protesto kirin.

Waseyîtên zirxî ên bi tîpa akrep yên serê kolanan hatine bi cih kirin, bi çekê A4 ve êrîşê gelên ku li pişt barîqatê li berxwedidin dikin û bombeyên gazê davêjin hemû kolanên taxê.

(rc)