Bi jiyîna du nasnameya tekoşîna jiyanê dide...
12:00
Mîzgîn Tabu/JINHA
ŞİRNEX - Jina ermenî Asmîn Kiraç ku li Stenbolê dijiya, hat cihê kalikê xwe yê li Şirnex dijiya û di qirkirina ermeniyan de jiyana xwe ji dest dabû. Asmîn qala peywendiyên xwe û mirovê ku li Şirnex dijîn kir. Asmîn diyar kir ku dema ew li gund bi cîh bûn demdirêj gundiyan bi germî li wan nedinêrîn. Asmîn da zanîn ku "dewlet, wekî kesên li gel ' PKK dixebitin' li wan dinêrîn û gundiyan jî bi çavê 'li gel dewletê dixebitin' li wan dinerîn. Asmîn destnîşan kir ku li gel van hemû vederbûnan jî wan xwe weke niştecihê gund dihesibînin.
Jina Ermenî ya Asmîn Kiraç a dayîka 4 zarokan û li navenda Şirnexê dijî, hem weke ermeniyek û hem jî weke jinek zoriyên ku jiyan kiriye vegot. Asmîn diyar kir ku bavê wê ji koçberên Selanîkê ye û got: "Min salên xwe yên ciwaniyê li Elmanya derbas kir. Paşê hatim Stenbolê. Min hevserê xwe nas kir û ez pêre zewicîm û bûm dayîka 4 zarokan. Piştî 20 salan ez neçar mam wî berdim. Ez paşê jî hatim cîh û warê kalkê xwe Şirnexê. Di navbera salên 1915-1917'an de kalikên min wana rastî qir kirinê hatin û yên mayîn jî hatin derxistin." Asmîn ya ku salên xwe yên dema nû hatî Şirnexê anî ziman û got: "Dema ku ez nû hatim Şirnexê ez çum li gundê Mêrgê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê bicîh bûm. Ez paşê vegeriyam Stenbolê min keçên xwe jî girt û em vegeriyan hatin."
'3 mehan kesan mal ne didan me'
Asmîn da zanîn ku dema despêkê ew hatine gund ew hem kêfxweş bûye û hem jî tirsiyaye û wiha domand: "Hinek ji gundiyan difikirîn ku em hatine ew axa me ya bicîh maye bigirî. Hinek difikirin em hatine li zêran digerîn. Dewletê bi çavê em li gel 'PKK'ê dixebitî' li me dinêrîn gundiyan jî bi çavê 'ajanên ku li gel dewletê dixebitin' li me dinêrîn. Ji bo em vê xelwetê ji holê rakin çî ji destê me hat me kir. Em ketin nava gundiyan me suhbet kir. Lê demeke dirêj vê nêzîkatiyê domand. Di serê mirovan de her tim nîşanên pirsê dimînin. Jiyana me ya herî tevlîhev û diheman demê de herî xweş li wî gundî derbas bû. 3 mehan xanî nedan me. Li gundê Mêrgê min aşxane çêkir. Ez li gel keçên xwe neçar man ku di aşxaneyê de bimînin. Di dawiyê de me malek dît û em tê de bicîh bûn. Her dem çavê polîsan li ser me bûn û em çavdêrî dikirin. Me nekarî em ketine derdê bidest xistina nanê xwe bi wan bidin têgihiştin. Ev der axa me ye. Tenê daxwaza me ewe ku em jiyanekî baş derbas bikin."
Meleyê gund: Dibe ku jin xiristiyan be xwarina ew çêke helale!
Asmîn diyar kir ku zoriyên wê kişandine tenê ev nînin û wiha pêde çû: "Vê carê jî şideta axa despê kir. Mêrek ku xwe kurê axa dida nasîn dest bi tacîzê kir. Bi gotîn û nêrîna 'tu tenêyê, jine biyê û pêdiviya te bi mêran heye' nêzî min dibûn' ez tacîz dikir. Dema ku ez û keçên xwe li hember der diketin, vêcarê jî ji mere digotin 'ev PKK yî ne' şikayêta me li qereqola gund dikir. Ev şikayêt birengên cûda berdewam kir. Min ji bo aşxaneyê êzing girt, bihenceta qaçaxçî êzingan tînin, li ser aşxaneyê pêkutî kirin. Dema mijara êzingên qedexe qediya vê carê jî bihinceta 'ceyrana qaçax dixebitînin' şikayêt kirin. Ew jî qediya paşê gotin 'xiristiyan goştê berazan dixwin.' Ewqas li ser me tundî kirin û bi ser me de hatin. Di dawiyê de melayê gund neçar ma wezan bike. Mela bi gotinên weke "Jinik dibe ku xiristiyan be lê xwarina ku çê dike helale."
Di gund de çalakiya Asmînê ya yekem
Asmîn di gundê Mêrgê de şerê ku dinabera gerila û leşkeran de derketî anî ziman û wiha domand: "Di şer de 3 PKK yî şehîd ketin. Destur ne didan gundî cenazeyên wan bigirin. Li gel jinan ez jî çûm. Li wê derê min tekoşîna ku jinên kurdan dida dît. Leşkeran bi gotinên 'emê ew bixin ber guleyan' tehdît li wan dikirin. Lê ev tehdît qet di xema jinan de nebûn. Tenê armanca wan girtina cenazeyan bû. Me cenaze dan li ser milê xwe. Em ber bi jor ve hilkişiyan. xwestin ji bo otopsiyê cenazeyan ji destê me derxînin lê me destur neda. Paşê êrîşî me kirin. Ewqas buyerek bişidet bû nezarok, kal, jin, mêr kes guhdarî ne dikirin. Jinan li gel lêdana jopan jî siloganên weke 'Şehîd namirin' diqêriyan. Dema me cenaze girtin em derb kirin."
'Li zarokên min xistin û dest danîn li ser aşxaneya me'
Asmîn destnîşan kir ku ji ber ew tevlî girtina ceneze bûye pêkutiyên li ser wan pir zêdetir bûn û got: "Gundên ku em têde jiyan dikir piranî cerdevan bûn. Ewqas şideta li ser min dikirin têr ne dikir, vê varê li zarokên min jî dixistin. Dest danîn li ser aşxaneya me û em neçar man koçî navenda Şirnexê bikin. Heger ji min bipirsin tu dixwazê vegerê gundê xwe Mêrgê? Bê guman ez dixwazim vegerim. Ji derveyê yên ku zorî li ser me dikirin, li wêderê ewqas mirovên xweşik hene, her roj me bi hev re taştê dixwar. Şev me bihev re sitiran digotin. Em bi hevre di çûn bêriyê û kom kirina êzingan. Nêzîkatiyên ev xiristiyanin li me ne dikirin. Nêzîkatiyên mirovane li me dikirin. Pêvajoya ku em li Stenbolê diman ji ber em xiristiyan bûn mala me xira dikirin."
'Ji ber tundiya em li navenda Şirnexê bicîh bûn'
Asmîn ya ku ji ber zor û zehmetyan li navenda Şirnexê bicîh bûyî, ev du salin li navenda Şirnexê dijîn. Asmîn di dawiyê de da zanîn ku ji ber têkela Şirnexê piranî fewdalin ew zoriyan dijîn û got: "Şirnexî li hemberî kar kirina jinanin. Li navenda Şirnexê di rojanamyek herêmî de nûçe gihaniyê dikim. Min gelek rojên zor jiyan kir, lê her dem ez li ser lingê xwe sekinîm. Hem ji ber nasnameya min û hem jî ji ber jin bûna min min gelek zorî kişandin. Ez naxwazim keçên min jî van bijî. Ez dixwazim ew li ser lingê xwe bisekin. Berî ku bi mêrekê ve bên girêdan bizanin çawa bijîn. Ez dixwazim di aliyê aborî de azad bijîn. Divê bikarin bêjin di vê cîhanê de ez jî hem û ez jî dikarim şer bikim. Mînakên vê di BDP'ê de gelek jinên wiha hene. Ez wana ji mêran zêdetir bihêz dibînim. Li pêş sekinîna wan cesaretê dede min. Tucarî min wan li paş nedîtine tam şer kerin. Li hemberî jiyanê û mêran tekoşînê didin, nakevin. Jiyana Şirnexê pir binirxe, ji ber bajarekî gelek xweşike."
(zt)

