Tîmên taybet û ambulans sewqî Nisêbînê hatin kirin

16:44

JINHA

MÊRDÎN - Piştî ku li navçeya Nisêbînê di saetên sibê de qedexeya derketina kolanan li seranserî navçeyê hate îlankirin şûn ve, sewqiyata gelek tîmên taybet bi otobûsê zirxî ji bo navçeyê hate kirin. Hate hîn bûn ku gelek ambulans jî sewqî navçeyê hatine kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di saetên sibê de qedexe li tevahiya navçeyê hate îlankirin şûn ve li seranserî navçeyê êrîşên hêzên dewletê ya li hember berxwedana gel berdewam dike. Li aliyekî êrîşên hêzên dewletê ku li beramberî berxwedana gel têk diçe, li aliyekî jî gelek tîmên taybet sewqî navçeyê hatin kirin. Sewqiyata polîsên tîmên taybet ên ku bi otobûsên zirxî hatin kirin, li gelek deverên navçeyê hatin bicihkirin.

Hate hîn bûn ku gelek ambulans jî sewqî navçeyê hatine kirin. Di nav 3 mehên dawî de gelek caran sewqiyata polîsên tîmên taybet û maşîneyê zirxî jî hatibû kirin.

(bg/eb/rc)