ROJEVA 22'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

* Endama Civata Nîştîmani ya Tevgara Goran Gulistan Seîd diyar kir ku ew weke Tevgera Goran li gel berxwedana Bakurê Kurdistanê ne û got: "Em berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin. Em weke Tevgera Goran piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin."

* RJAK'ê Perwîn Hesen di derbarê xebatên xwe yên girêdayî tevlîkirina jinan nava jiyana kar de wiha got: "Ji bo perwerde û pêşxistin kirina jinan me biriyar girtiye kû Akadîmiyên gerok li her derê bên avakirin. Em ji bo avakirina hêzên parastina jinan dikin."

* Civaknas Katerîna Lav a ku bi komek rojnameger û civaknasan re ji bo lêkolîn û çavderiya hilbijartinê û pêvajoya rêveberiya xweser ji Ewropayê hatin Bakûrê Kudistanê, diyar kir ku li Tirkiyê demokrasî tune lewra gelê kurd li hemberî dewletê têdikoşe.

* Tamam Abusalama qala têkoşîna salan yê jinên Filîstînê a li hember pergala tundî û desthilatdarî kir û got ku mînaka jinên têkoşînê yê herî li pêş Leyla Xalide û wiha domand: "Di doza Filîstinê de eger azadî û wekheviya jin nînbe her wiha di têkoşînê de rola hevpar neyê diyar kirin dê pirsgirêk çareser nebe."

* Jinên Suryaniyên ku di tevahiya dîrokê de rastî bişaftinê hatine bi Şoreşa Rojava re li hemberî dîroka înkarê meydan dixwînin. Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Şemîram Şemiûn got: "Jinên rêxistinkirî li her qadê xwedî gotin û biriyarin."

* Belgesela 'Las Ultimas Palavras' (gotinên dawî) ya li Tirkiyê di nava nifşê nû de yahudî dike mijar, pirsên weke girêdana peyîvan bi hev re, ji derveyî gotinên berê yên di binhişiyan de cîh girtî di jiyana mirovan de cihê ziman der dixe rojevê.

* Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di dema şopandina nûçeyê de bi hinceta ku "kesek gumanbare' hat binçavkirin û piştî derket dadgehê hat girtin. Di hevdîtina bi malbatê re Bêrîtan ji hempîşeyên xwere silav şandin û wiha got, "Bila kes dilgermbûna xwe wenda neke."