Sal vegera 9’emîn ya damezrandina rêxistina Yekîtiya Star li Helebê

16:31

 


JINHA


HELEB – Bi despêkiyekê ji  rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Helebê û bi beşdariya  hemû xelkên ku li taxên kurdê li Helebê dijîn pîrozbahiya sal vegera 9’emîn ya damezrandina  rêxistina Yekîtiya Star hat kirin.


Di despêkê de bi dehan jin kêlîkek bêdeng rawestiyan, Gulan Kawa endama rêxistina Yekîtiya Star bi xêr hatina mîvana kir, û bal kişand li ser tekoşîna endamên rêxistina Yekîtiya Star li Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê û sal vegera avakirina rêxistina Yekîtiya Star li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Gulan Kawa  damezrandina  Yekîyên  Parastina Jinê YPJ li hemû jiên Rojava pîroz  kir.


Cihê şahiyê bi al û sembolên Kurdî û wêneyên rêberê gelê Kurd  Ebdulah Ocelan hat xemlandin.


Di şahiyê de li ser nava YPJ'ê, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Meclîsa Gel a Taxa Şêxmeqsûd jî axaftin hatin kirin û salvegera Yekîtiya Star hate pîrozkirin.


Şahî bi stran û govend, diruşme û tilîliyan bi dawî bû.


(şh/gk)