Li Kerboranê êrîşa bi roketatar pêk hat

10:26

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê li dijî noqteya leşkerî bi roketatarê êrîş pêk hat.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê ku êrîşên dewletê di roja 12. de jî dom dikin, çalakiya bi roketatarê pêk hat. Êrîş li hemberî noqteya leşkerî ya parastina Bendava Ilisûyê dike ya li ser riya hawerdorê pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derketin û demek dirêj berdewam kir. Ber bi cihê bûyerê ve gelek wesayîtên zirhî hatin sewqkirin.

Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bi destxistin.

(ekîb/eb/rc)