Nisêbînê bi êrîşan dest bi rojê kir

10:33

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ku bi rojane di bin êrîşan de ye rojê bi êrîşan destpêkir. Êrîş li taxên Kişla û Zeynel Abîdîn dijwar bûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexebûna derketina kolanan di roja 9. de didome. Êrîşên ku di heta derengiya şevê bi dijwarî didomiyan, îro serê sibê dîsa bi dijwarî êrîş destpêkir. Di serî de li taxên Zeynel Abîdîn, Kişla, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa ji maşîneyên zirxî yên ku li gelek deveran hatine bicihkirin bê navber kûçe û kolanan gulebaran dikin. Maşîneyên zirxî yên kobra, ural û akrep ku taxên Zeynel Abidîn û Kişla xistine bin dorpêça xwe bê navber kûçe û kolanan gulebaran dikin û dengê çekan ji her du taxan bilind dibe.

Ji ber êrîşan gelek hewş û malên welatiyan jî xesar dibînin. Li gelek taxên navçeyê jî ceryan jî hatiye qutkirin û êrîş didomin.

(zd-bg/eb/rc)