Li Cizîrê jinekê jiyana xwe ji dest da
11:29
Kanûn
22
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku di bin êrîşên giran de ye, jina dayîka 2 zarokan di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîra Şirnexê ku êrîşên dijwar ên dewletê di roja 9'an de berdewam dike, dayîka 2 zarokan a bi navê Cahîde Çakil (35) di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku li Taxa Kaleyê ya di bin êrîşên giran de, Cahîde ji ber topbaranê çend caran tengijiye û şevê din jî jiyana xwe ji dest daye. Bavê Cahîde jî di sala 1990'an de bi awayek kiryar nediyar hatibû qetilkirin.
(ekîb/eb/rc)
