Cizîr bi dirûşmeya 'bijî berxwedan' têkoşînê bilind dike
11:34
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku 9 roje êrîş tên meşandin, gel di dema avêtina topan de bi dirûşmeya, "Bijî berxwedana Cizîrê" bersiv dide. Li navçeyê bi boneya nexweşxane wekî baregahên leşkerî tên bikar anîn, hemwelatî nikarin biçin nexweşxaneyê.
Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşên dewletê ketin roja 9'emîn. Li hemberî hemû êrîşan berxwedana gel jî mezin dibe. Li navçeyê di çarçoveya konsepta şerde tevahiya dibistan û nexweşxaneyan wekî baregehên leşkerî tên bikar anîn. Dewletê dest daniye ser ambulansa, hemwelatiyên nexweş jî nikarin biçin nexweşxaneyan. Ji bo nexweşên lezgîn jî ambûlans nayê şandin. Ji ber vê hemwelatî bi derfetên xwe tedawiya xwe dikin. Li Taxa Cudî hemwelatiyên nexweşiya astimê û diyalîzê nikain biçin nexweşxaneyê.
Hewilanên koçberkirinê
Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişkînin, vê carê jî serî li polîtîkayên koçberkirina neçarî dikin. Ji bo vê yekê hêzên dewletê di malên bi zorê dikevinê de hemwelatiyan derdixin. Her wiha ji bo gel koç bike, depoyên avê û trafoyên ceyranê hedef digirin. Heta niha depoyên bi dehan malan ji hêla hêzên dewletê ve hatine teqandin. Bi heman armancê malên hemwelatiyan bi tang û topan tên hilweşandin û gel neçarî koçberiyê tê kirin.
Gel bi dirûşmeyên berxwedanê zêde dike
Li hemberî hemû zordariyan jî berxwedana gel a bêhempa berdewam dike. Di dema êrîşên tang û topan de gel bi dirûşma, "Bijî berxwedana Cizîrê" bersiv dike. Tîlîliyên jinan tengê topan bêbandor dike. Hemwelatî di nav hevgiriyek mezin de alîkariya hev dikin. Xwarin û ava xwe par ve dikin. Di dema zehmetiyekê de hevgiriyek mezin nîşan didin. Cizîr li hemberî êrîşan bûye yek malbat û li berxwe dide.
(ekîb/eb/rc)
