ESP yiyên ku berxwedana Kurdistanê silav kirin hatin binçavkirin

11:57

JINHA

STENBOL - Ji endamên ESP'ê yên ku li hember êrîşên ser Kurdistanê berdewam dikin li Taksimê çalakî kirin 5 hatin binçavkirin.

Ji endamên Partiya Sosyalistên Tênperçiqandin (ESP) ê yên ku li Parqa Geziyê ya Taksimê silav dan berxewdana Kurdistanê ya ku bi mehane li hember qedexeyên derketina kolanan li ber xwe didin rastî êrîşê hatin û 5 ji wan hatin binçavkirin. Li ser pêplîngên Parqa Geziyê pankartên weke "Dê şerê sarayê winda bike û berxwedan bi serkeve" rakirin û diruşmên weke "Dê gelê kurdê berxwedêr biserkeve", "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bi berxwedanê emê serkevin" hatin bilind kirin. ESP yiyên bi erdê ve xirgandinê girtin binçavan kelepçe ters li destê wan xistin.

(zt)