Farqîn ber bi Amedê ve dimeşe
12:10
JINHA
AMED - Piştî navenda Amedê li navçeyên Farqîn, Bîsmil, Erxenî û Çinarê esnafan derabe venekirin. Li Farqînê jî bi hezaran kes ji bo beşdarî meşê bibin ber bi Amedê ve derketin rê.
Li dijî rêveberiya awarte ya Kurdistanê piştî navenda Amedê ji navçeyan jî bertek tên. Li navçeya Bismîlê ya Amedê jiyan hate rawestandin. Li navçeyê jibilî firin û ezexaneyan hemû der girtîne, otobusên ku diçin bajarên din û mînîbusan jî qontaxên xwe girtin. Xwendekar û mamasteyan dibistan boykot kirin.
Li navçeya Farqînê jî jiyan hate rawestandin. Li navçeya Farqînê jî esnafan derabe venekirin. Bi hezaran kesên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn bi wesayîtan ve ber bi Amedê derketin rê û dê beşdarî meşa ku ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike bibin.
Li navçeyên Çinar û Erxeniyê jî esnafan derabe venekirin.
(zt)
