'Ji jinan yek birîndar bû înfaz kirin!'
13:41
JINHA
STENBOL - Di saetên serê sibê de li Gaziosmanpaşayê di serdegirtinên malan de 2 jin hatin qetilkirin. Nasnama 2 jinên hatin qetilkirin diyar bû.
Li Stenbolê polîsên weke tîma înfazê digerin îro serê sibê li Kolana bi jimara 1149 a Taxa Karadeniz a Gaziosmanpaşayê di serdegirtinên malan de di hindirê malekê de 2 jin înfaz kirin. Jinên hatin înfazkirin rakirin Saziya Tiba Edli. Nasnama jinên hatin înfazkirin diyar bû. Hat zanîn ku navê jinên hatin înfazkirin wihane, Şîrîn Oter û Yeliz Erbay.
Di nava 4 mehên dawiyê de jimaara jinên hatine qetilkirin li gel Şîrîn û Yeliz gihiştin 5'an. Di mala ku jin têde hatin qetilkirin bi heman rêbazê li Sancaktepeyê Dilan Kortak jî qetilkirin. Di qata duyan a avahiyê de tişta balkêş ewe ku li gel dibêjin şer hebûye jî ser pacê tenê şopa du guleyan dixweyê. Li gorî şahidê bûyerê berî mehekê ew jin hatine li wê taxê mal girtine û li ser şikayetê ser malê de girtine û qetilkirine. Li gorî şahidê bûyerê yê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku di saet du û nîvê şevê de ser mala wan de girtine, ji aliyê polîsan ve ew girtine dorpêçê û paşê jî dengê çekan hatiye. Şahidê bûyerê bilêv kir ku di nava 10 deqeyan de dengê 8 çekên destan hatiye.
Xwediyê mala ku jinan kirê girtî û têde diman jî gotinên şahidê bûyerê rast derxist, ew jî di heman avahiyê qata ser de dimînin. Xwediyê malê anî ziman ku jinek ji wan birîndarbû paşê înfaz kirin.
(zt)
