Dewlet li benda mirina 2 birîndaran e
13:43
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê yên ambulansê radiwestîne, li bendê ye 2 hemwelatiyên birîndar nefesa xwe ya dawiyê bidin. Li navçeyê zarokê bi navê Serhat Turan jî bi guleyan hêzên dewletê ji serê xwe birîndar bû.
Êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Nisêbîna Mêrdînê berdewam dikin. Li Taxa Firatê her 2 kesên di encama êrîşên dewletê de birîndar bûyîn hêj li nava kuçeyê tên girtin. Hêzên dewletê guhebarana ji wesayîtên zirxî destûr nadin kes nêzî birîndaran bibe.
Polîsên ambûlans girtin li benda temambûna birîndaran e
Hêzên dewletê ambûlansa ji bo rakirina birîndarana dixwest biçe kuçeya Dîlekê ya Taxa Firatê li otogara navçeyê asteng kirin. Hemwelatiyên birîndar hêj li nava kuçeyê ne û polîs li bendê ye ku nefesa xwe ya dawiyê bide.
Zarok birîndar kirin
Li aliyê din li Taxa Devrîmê zarokê bi navê Serhat Turan (12) ji hêla hêzên dewletê ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Serhat ji lingê xwe birîndar bû. Serhet bi alîkariya hemwelatiyan bi riya ambûlansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
(bg-zd/eb/rc)
