Polîsan 4 saetan abolans sekinand 2 birîndaran jiyana xwe jidest dan

14:19

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê 2 welatiyên ku ji ber gulebarana ji wesayîta zirxî hatin birîdarkirin û bi saetan ambulans hatin astengkirin herdu welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Nisêbînê wesayîtên zirxî yên li cadeya Çagçagê bi cih bûbûn 2 welatiyên li kolanan Dîlekê birîndar kirin. Ji ber ku bi saetan ambulans hatin astengkirin û gulebarana polîsan welatî nekarin biçin cem birîndaran. Welatiyên ku 4 saetan li benda ambulansê man jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên welatiyên ku nasnameyên wan nehat hinbûn şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Piştî ku agahiya mirina welatiyan gihîşt taxan li taxan dirûşmên "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

(zt)