Nisêbîn bi dirûşma 'Bijî berxwedan' diheje

14:47

JINHA

MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 2 welatiyan bi dirûşma, "Bijî berxwedana Nisêbînê" bi seatane navçeyê dihejîne.

Piştî di seatên sibê de hêzên dewleta tirk 2 welatî qetilkirin, gelê Nisêbînê dest bi çalakiya deng derxistinê kir. Hemwelatiyan li balkon, pencere û hewşa malên xwe li hesinan xistin û deng derxistin. Gelê êrîşên dewletê bi seatane şermezar dike, dirûşma, "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" navçeyê dihejîne. Gel bi çalakiyên xwe yên bênavber li hemberî hêzên dewleta tirk, berxwedanê didomine.

(ekîb/eb/rc)