Li taxên Amedê meclisên jinan tên avakirin
11:13
JINHA
AMED - Bi piştevaniya beşa jinan ya Şardariya Bajarê mezin ya Amedê li gel meclisên jinan yên di taxan de tên avakirin pisgirêkên nava taxan çareser dikin.
Li taxên Hasirli, Yenikoy û gelek taxên dinê bi piştevaniya Beşa Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê meclisên jinan yên taxan hatin avakirin. Meclisên ku ji 10 jinan pêk tên li nava taxan digerin pirsgirêkan dibînin û ji saziyên peywendidar re radigihînin û ji bo çareseriya wan dinava hewildanan denin. Cîgira Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Hafîze İpek û Cîgirê Hevşaredarê Yenîşehîrê Şefîk Turk li cihê kirncan ya taxa Aziziye yê hatin bahev. Di civînê de Seroka Dezgeha Gihanî yê Hikmet Altug, Seroka Dezghe Xizmetên Civakî Semra Kiratli, berpirsa beşa jinan Muzeyen Anik li gel berpirsên Dezgehên Kar û Barê Avadanî, Bajarvanî û Zanyarî yan amade bûn. Jinan di derbarê gihanî û rêyan de pirsgirêkên ku heyî anîn ziman. Hafize diyar kir ku ew weke BDP'e li nik gel cîh digirin û dê ji bo çareser kirina pirsgirêkan jî dê hewil bidin ku çareser bikin.
(zt)

