Li hember berxwedanê tang nikarin bizivin
15:17
Kanûn
22
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li Kerboranê ligel hemû êrîşên dewletê jî gel destûr nade ku tang bikevin taxan. Hêzên dewletê yên tax gulebarin kirin jî rastî gulebaran ji pişt barîkatan hatin.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê ligel hemû êrîşan jî berxwedana gel bilind dibe. Di roja 12'an jî hêzên dewletê yên dixwestin bikevin taxê rastî berxwedanê hatin û nekarîn pêş bikevin. Tangên nekarîn bikevin taxê, gule avêtin hin malan û li malekê şewat derket. Hêzên dewletê yên gule li taxê barandin jî rastî bersivdayîna tund a gelê li pişt barîkatan hat. Li navçeyê dem dem dengê çekan tê.
(ekîb/eb/rc)
