'Dê hevserokên BDP'ê bi serkeftî hişmendiya civakê biguherin'

11:15

Şehrîban ASLAN/JINHA


MÛŞ - Di helbijartinên Adarê de BDP'e dê bi wateyek dîrakî ya rêgeza hevserokatiyê despê bikin. Piştî nasnameyên mamosta û sînemavaniyê niha jî Namzeta Hevşaredara Gimgimê ya Mûşê Sabite Ekîncî. Sabite diyar kir ku rêgeza hevserokatiyê dê serkeftinên mezin bidest bixin û got: "Di aliyê siyasî de bawerî bi me jinan anîn û berpirsyariyên mezin dayîna me, ev di aliyê me jinên kurdan de deskeftiyên mezinin. Ez di wê baweriyê deme ku jin didemeke biçuk de bixebitin, dê di aliyê guherînên civakî de deskeftiyên mezin bidest bixin. Ev qas bawerî dayîna jinan, ji bo zarokên me şansekî mezine."


Sabite diyar kir ku dema partiyên siyasî ji bo helbijartina Adarê serok şaredarên xwe diyar dikirin BDP'e ya ku bi rêgeza hevserokatiyê bi hevsengiya rêveberiyên herêmî ber bi hevşaredariyan ve bûye partiya herî zêde xwediyê namzetên jinan. Namzeta hevşaredariya BDP'ê ya navçeya Gimgimê a Mûşê Sabîte Ekîncî ya ku 21 salan mamostatî kirî. Sabîte da zanîn ku ji bo jiyanekî azad rêveberiyên herêmî dest bi xebata hilbijartinan kirin. Sabite beriya niha di biniya Navenda Çandê ya Mezopotamya de lîstokvaniya  şanoyê û darhenerî dikir. Sabite destnîşan kir ku ji bo guherîna nêrîna jinan ya sînemayê kar kiriye û niha di şaredariyê de jî dê wê rêbaza xwe ya nêrîna ku jin di her derê de bixebitin û tevlî karan bibin bidomîne. Sabite girêdayî rêveberiyên herêmî pirojeyên ji bo jinan vegot.


'Ezê hewil bidim hemû nûbûnên min bandor li ser Gimgimê bike'  


Sabite piştî mamostatî û sînemayê "çima şaredarî" nirxand û wiha got: "Gelek caran çima ez ji bajarên mezin zêdetir dixwazim li navçeyeke biçuk bijîm, tê mereq kirin. Ji xwe di pêş mede pirsgirêkên pir mezin hene. Ev jî rewşa ku kurd têde dijîn di aliyê aborî, konevanî û civakidene. Ez ketim ferqa vê di navenda koneyaniya weletê ku têde dijîm her roj kêm zêde 3 jin tên kuştin. Ji ber vê min xwest tevlî siyasetê bibim û tişta ku ji destê min bê bikim." Sabite diyar kir ku ew dixwaze girêdayî jinan li bajarê xwe Mûşê ji bo guherîna konevaniya li ser jinan çî ji destê wê bê we bike û wiha domand: "Ji bo rakirina zoriyên li ser jinan berpirsiyariya ku bikeve li ser milê min ez bikim. Ji ber wê ez li Gimgimê bûm namzet. Ez dixwazim li navçeya xwe li gel jinên hevalên xwe navendên nû ji bo jinan vekim û bi berpirsiyariyek konevanî, bi perspektîfên nû em dest bi jinanek nû bikin. Heta ji destê min bê ezê hewil bidim ku ew guherîn û nûbûnên di derbarê jiyanê de hîn bûyîme ezê li Gimgimê derbazî jiyanê bikim."


'Rêgeza hevserokatiyê, cesaret û serkeftineke mezine'


Sabite li ser şaredarî û rêgeza hevserokatiyê rawestiya û got: "Di partiya siyasî û şaredariyê de rêgeza hevserokatiyê ji bo civakekî mîna me fewdal deskeftiyekî ku nayê bawer kirine. Cesaret û serkeftinekî mezine. Ji ber di nava civakê de cîh girtin û heta mafê axaftinê tê kêm kirin. Di nava civaka kurdan de jinek hem tevlî siysetê bibe û hem jî hevşaredariyê bike divê xwediyê berpirsiyariyên pir giran be. Di aliyê siyasî de di vê astê de bawerî bi jinan anîn û di vê astê de berpirsiyarî dayîna me, ji bo me jinên kurd şansekî mezine. Ez hêvîdarim ku di demeke kin ya xebata jinan de dê di civakê de rê li pêşiya guherîn û veguherînên mezin çêke. Evqas bawerî bi jinan anîn ji bo zarokên me şansekî mezine."


'Li Gimgimê ji bo keya kirinê jin pir bi xwestegin'


Sabite diyar kir ku di helbijartinên herêmî de pergala hevserokatiyê weke lebetek yê rêveberiyê tê dîtin. Sabite da zanîn ku di rêveberiyan de rol û berpirsiyari girtina jinan ji bo nêrîna civakê jî deskeftiyên mezinin û wiha domand: "Dê ji bo birêve birina civakê ji aliyê jinan ve hişmendî û tecrubeyan çêke." Dê serkeftinên jinan di çavên civakê de jî bên dîtin û bi vî awayî dê nêrîna civakê ya li ser jinan jî bê guhertin û got: "Di platformên siyasî de jin bi vî awayî bên dîtin. Di heman demê de dê ev serkeftin bandorê li qadên dinê yên xebatên civakî bike. Ez di wê baweriyê deme dê ev serkeftinên jinan bibe sedema parçebûna hemû nêrînên negatîf yên li ser wan." Sabite destnîşan kir ku di rêveberiyên herêmî de cîh girtina jinan bû sedem ku li Gimgimê xwestegên jinan ji bo kirina kiya tiyê çêbibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gundên navçeya Gimgimê xwestekên pir ji dil yên jinan ji bo kirina kiyatiyê hene. Di vê mijarê de jin dixwazin di bin ewlehiyê de daxwazên xwe bînin ziman. Gundiyên ku di wan gundan de jî dijîn bawer dikin ku dê jin bikaribin kiyatiyek baş ji wan re bikin. Ji ber di aliyê nunerî kirinê de serkerftin û xebatên jinan kirin li ber çavanin. Ev jî ji bo me bûyerekî giringe."


'Despêka karê min dê şikandina pêşdarazî a li hemberî jinan be' 


Sabşte got: "Divê hevşaredar ciwan bin ne ciwanên asê û rê neçinê, berevajî divê ciwanbe, bienerjîbe, ji nûbûnan re vekirî û awantajek be." Sabite diyar kir ku ew dê pêşengiyê bide xebatên xwe yên ji bo jinan û di hema demê de ji bo şikandina ew pêşdaraza li ser jinan dê di nava hewildanan de be. Sabite destnîşan kir ku dema jinan serkrftin bidest xistin dê bikaribin bersiva civakê jî bidin û wiha domand: "dê despêkê hewildanên di aliyê jinan de be ji bo jin bawerî bi hev binin. Ya ku jinan ji herêmên civakî qut dike hemû ew pêşdaraza li hemberî wane. Heger ez bikarim vê pêşdarazê bişikênim, dê ev bibe serkeftina min ya herî mezin. Armanca me ewe em di pêşerojê de ax û mirovên li vê axê dijîn bawerî bihev binin. Kurd ji axa xwe hez bikin û li ser wê axê ji xwere hêlînekê çêkin. Ez bawerim weke şaredarên BDP'ê dê ev armanca me ya yekemîn be."


'Heta jin azad nebe civak azad nabe'


Sabite da zanîn ku di nava siyaseta kurdan de xala herî giring di bin navê şara "Heta jin azad nebe civak azad nabe" xala herî guncaw ji bo rêgeza hevşaredariyê ye û got: "Ez qala civakekî ku bi salane êşê dikêşe dikim. Heger ev civak rêgeza hevserokatiyê biser bixe di hema demê de tê wateya pêvajoya avakirina jiyanekî wekhev û demoqratîk despê bikin. Li hember hêzên ku dixwazin bêjin me rêgeza hevserokatiyê koçber kir, avêtin girtîgehan, kuştin, nasnameya wan tune hesiband, veder kirin û biher awayî gelê kurd êşên ku kişandiye. Li hemberî van hemûyan kêm jîbe cihê kêfxweşiyêye." Sabite di dawiyê de diyar kir ku di van 30 salên dawiyê de kurdan li Tirkiye yê gelek êş kişandîne û got: "Di van 30 salên tevgera azadiya gelê kurd de serkrftinên mezin bidest xistin. Hinek civakên bi sed salane nekarîne serkeftinên wiha bidest bixin, kurdan bi bedelên giran bûha bi des xwe ve anîne." 


(zt)