Li Tarsusê zarokek qetilkirin
21:42
Kanûn
22
/ 2015
JINHA
MÊRSÎN - Polîsan li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê zarokê 15 salî Davut Ozer qetil kir.
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê 3 rojin çalakiyên ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên hêzên dewletê yên li ser gel didomin. Li taxa Fahrettinpaşa ya Tarsûsê polîsan ketober derdor gulebaran kir. Polîsan di gulebaranê de zarokê 15 salî Davut Ozer qetil kir. Piştî Davut jiyana xwe ji dest da, gel li taxên Fahrettinpaşa, Barbaros, Gazipaşa û Şahinê daketin kolanan û çalakî pêk anî. Bûyerê di navbera polîs û gel de didome.
(zt)
