ROJEVA 23'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlhem Ehmed behsa girîngiya cih girtina jin di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de kir û wiha got, "Hêzên HSD'ê ji tevahî netewan pêk tê. Armanca me ji tevahî netewan qoteya jin di nava hêza HSD'ê de mezin kirine. Bi vî aweyî jinên Kurd, Ereb, Ermenî û Sûryanî wê di nava hêza HSD'ê de bi aweyek aktîf cih bigre û di sala nû de têkoşîna civakê berfireh bike.

*Bajarê Wanê ye Mazin bi hatina zivistanê re welatiyan dest bikar anîna komîrê kirin. Komirê ku tê şewîtandin dibe sedema qirêjiya hewayê û rê li karesetê hewayê vedike.

*Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî ên Qoserê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên hember gelê Kurdistanê dan û wiha gotin, "Heya ku rêbertiyê me azad bibe em ê li qadan bin."

*Di nava berhevkirinên pirtûka Rojnameger Tugçe Tatari ya "Dapîr di rastiyê de Ez ne li Amedê me" de çîroka Pîra Asya ya ku di sala 1992'an de ji Cizîrê koç kirî û niha li Kampa Mexmurê dijî jî heye. Pîra Asya ya ku şevek nîva şevê ji Cizîrê derketî got: "Heya aştî nebe emê venegerin. Dewlet gav bavêje ne avêje baweriya me bi Rêbertiya me hene."

*Gelek caran çîrokên zarokên di nav şer de hatin nivîsîn lê tû nivîs tu dîmen rê li ber şer û kuştina zarokan negirt. Di şer de kesê ku herî zêde zirar dibînin jî zarokin. Di nava 9 rojan de yek jê di zikê dayîka xwe de 2 zarok hatin qetil kirin û bi dehan zarok birîndar bûn. Me jî berê qemera xwe da ser zarokê Cizîrê û tiştê qewimî ji devê wan girt.

*Zabitayên jin ên girêdayî Şaredariya Colemêrgê, têkoşîna xwe ya li hember zîhniyeta desthilatdar didomîne. Ji zabitayan Canan Yîgît diyar kir ku li hember pêşdaraziyê mêran ew nîşan dane ku dikarin her tiştî bikin. Ayfer Karay jî got ku ew bi baweriya ku ji tevgera jin digrin li hember zîhniyeta desthilatdariyê berxwedidin.

* Jinên li Îzmîrê dijîn bertek nîşanî qirkirinên li Kurdistanê tên kirin dan. Jinan diyar kirin ku êdî kêr hestî derbas kiriye.