Jinan kart ji Abdullah Ocalan re şandin
09:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TJK-E li Strasboûrgê, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kartpostan şandin.
Jin ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêze çalakiyên xwe didomînin. Jinên ku duh danê nîvro li Konsolosxaneya Elman çalakî pêk anîn û dosya radestî rayedaran kirin, danê êvarê jî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kartpostal şandin.
Jinan gotin, "Heta ku Rêberê me Ocalan azad bibe, ku sedema hebûna me ye, azadî daye me jinan û di nava civakê de jin gihandiye asteke rêzdariyê, em ê çalakiyên xwe bidomînin." Jinan dan xuyakirin ku ji ber pêkanînên kêfî û li dijî hiqûqê yên hikûmeta AKP'ê û qeşmerê qesrê, ev 8 meh in Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran û şidandî de tê ragirtin.
Jinan di çalakiya xwe de gotin, "Ji bo şikandina vê tecrîdê em ê serî li her rê û rêbazan bidin û çalakiyên xwe bidomînin. Bi van çalakiyên xwe re em ê bala raya giştî ya Ewropayê ku li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê û tecrîdê bêdeng e bikişînin ser mijarê û dixwazin ku saziyên Ewropa wezîfeyên xwe bi cih bînin. Em êdî ne tenê rakirina tecrîdê dixwazin, di heman demê de heta Birêz Ocalan bi temamî azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Girîng e jin hemû ji bo Ocalan dakevin qadan."
(rc)
