Jinên kurd yên berxwedêr ku navên xwe li dîrokê kolandine...DOSYA (1)

16:26

 


Mekiya Gorenç/Rohat Emekçi/JINHA


Jiyana jinên kurd ya malbatî, civakî û siyasî


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Ked û berxwedana jinan li paş dîroka ku bi destê mêran hatiye nivîsandin de diraze. Dîroka ku ji aliyê mêran ve hatiye zanîn û nasîn jinên berxwedanvan yên weke Besêyan, Zarîfeyan, Leyla Qasiman, Rewşenan, Bêrîtanan û Sarayan weke razekê tên veşartin... Gelekî dîroka wan nehatî nivîsîn, di nava wî gelî de jinên ku dîroka wan nehatîn nivîsandin tenê bi devokî ji nifş gihane nifşan û li ser zimanan hatine gerandin... Di van 30 salên dawî de dest binivîsandina dîroka berxwedanê ya jinan hatiye kirin. Jinên ku xwediyê jiyanekî berxwedanî, bi cesaret û çelang derdikevin ji paş perdeya veşartî. Weke rastiya Serhildana Sayîd Riza ku ji bo kurdan xala werçerxêye di nav de rastiya berxwedaniya hevsera wî Besê. Weke di Raperîna Agiriyê de li gel navek yê sambol Îzet Bey cihgirtina xwişka wî Gulnas divê di nava rupelên dîroka berxwedanê de bên bilind kirin.


Jin dinava civakê de xalekî bingehîn ya pêşxistina hişmendiya hestiyarî, nêzîkatiyên, çandî û sinciye. Heger civakek bê çareser kirin divê despêkê li ser jinên wê civakê bê sekinandin û jinê wê civakê bên dest girtin. Jin ji bo civakekê evqas giringe lê piranî jinan ne di ferqa vê denin û li gelek civakan jî jin di pilanên dawiyê de tên hiştin. Di nava kurdan de jî di gelek aliyan de jinan di cihên pêş de cîh girtine. Heger em jinên kurd di aliyê civakîbûnê de binirxînin, ji aliyê civakê ve rêz tê  dayîna wan. Li gorî van rêgezên civakî û rastiya civaka kurd mirov pir rastî şideta li ser jinan nayê. Berevajiyê wê jin azadin. Jin xwediyê cihek yê rêzdariyê ye. Çawa ku di nava civakê de jin xwedeyê cihek yê rêzdayînê ye, di heman demê de di nava qebîle û eşîretê de jî cihekî wan yê giring heye.


Jiyana jinên kurd ya malbatî û di nava civakê de cihê wan


 Jinên kurd dikarin tevlî hemû xalên giring yên jiyana qebîleyê bibin û heta dem dem di hinek qebîleyan de jin serokê qebîleyêne. Carnan jî ew jinên ku di rêveberiyan de cîh digirin di heman demê de jinên malanin. Di nava malê de bandora wan zêdeye, li fikirên wan tên guhdar kirin û rêz tê dayîna wan. Jinên kurd xwediyê çêkereke girêdayî malê ne. Hem dinava jiyana eşîrên niştecîh û hem jî yên koçer de zindî dixebitin û piştgiriya malbatê ya aboriyê dikin. Di helberînê de bandora wê di pileya yekê deye. Hejmarekî mezin jin di asta bilind ya kar de cîh digirin. Her roj di nava malê de karên weke pez xwedîkirin, şîr, mast, penîr û rûnê malê çêdikin, li gel van jî şal, kum, kon, gore û weke dinê çêkirina van hemû karan dibe para jinan. Di nava zevî û bistanan de jî mil bi milê mêran dixebitin. Demê vale yê jinan qet nîne. Dema ku tu karê wan nemîne teşiyê dirêsin, rîsê lîf, piştbend, û hemû tiştên ji rîs çêdikin amade dikin. Di encamê de jin û mêr di herêma kar de weke hevin. Nimûne mêr di zeviyan de dixebitin, li darên fêkiyan dinêrin, bi miştelên tutin û tiştên dinê re mijul dibin. Tiştên ku di zevî û bîstanan de dihelberînin dibin bazarên nêz difiroşin. Jin jî fêkiyan û tutinê hişk dikin, xalîçeyan çêdikin yan jî bi karên dinê yên malê ve mijul dibin. Di nava jin û mêran de pîvanekî giring ya kar parvekirinê heye. Li gel van jî jina kurd di nava civakê de xwediyê qerekterekî qewîne. Jinên kurd ji ber van taybetiyên xwe yên giring keçên xwe bi rêzdarî mezin dikin. Keçên kurdan herdem xwediyê kesayetiyekî cidî û bixwe bawerin. Keçên kurd ji mirovan ne durin, bê goman xwîngermin nêzî mirovanin û civakîne.


 


Jinên kurd di herêmên siyasî de îmza avêtine binê serkeftinan


  Jinên kurd ji herêmên siyasî xwe paşde nehêlane û îmza avêtine binê gelek serkeftinan. Bi salane gelê kurd di bin zilmê de hatine alandin lê nirxên wan yên mirovane ji destê wan nekarîne bigirin. Ji ber van sedeman gelê kurd herdem hemû diştên xwe seferber kirine ji bo mafên ku di destên wan de mayîn ji destê wan neyên girtin. Di van ked û xebatan de rol û seknekî giring ya jinan jî heye, di herêmên civakî û konevanî de cih girtine û navên xwe li dîrokê nivîsandine.


Mîna Qazî: Pêşenga Yekbûna Jinên Kurdistanê


Mîna Qazî yek ji kesayetên binirx û di dîroka konevaniya kurdistanê de xwediyê cihekî giringe. Di sala 1908'an de li Rojhelatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Mîna di nava pêşengên Komara Mahabadê de cîh girtiye. Hevjîna Qazî Muhemede. Qazî Muhemed jî bawer dikir ku hêz û mafê jinan jî heye. Girêdayî jinan xebat kirin diparast û heta dawiyê piştevaniya hevsera xwe Mîna kiriye. Mîna yek ji jinên kurd yên tekoşîn kiriyî, di sala 1945'an de Yekîtîya Jinên Kurdistanê avakiriye û serokatiya wê kiriye. Di dema Komara Mahabadê de rolekî giring girtiye li ser milê xwe. Ji bo hejmara jinên zindî di nava komarê de cîh bigirin zêde bike tişta ji destê wê dihat dikir. Dema ku Şahê İranê komar helweşand û Qazî Muhemed bire sêdarê, hevsera wî Mîne giriya Qazî Muhamed ji hevsera xwe Mîna re got: "Tu çima digirî! Girî li jinên kurdan nayê" bi vî awayî hêz dida wê. Mîna piştî hilweşandina komarê jî karê konevaniyê domand. Gelek caran hat girtin, gelek îskenceyên giran lê hat kirin. Lê tucarî ji tekoşîna xwe gav paşde neavêt, bibiryarbûneke mezin karê xwe berdewam kir.


Mîna Qazî jî weke hevserê xwe Qazî Muhamed her dem di axaftinên xwe de bal dikişand li ser yekîtîya kurdan. Di sala 1998'an de li Mahabadê ço ser dilovaniya xwe.


Keça Bedirxaniyan ya Mişextîbûyî:Nesrîn Bedirxan   


Malbata Bedirxaniyan ya ji bo tekoşîna netewiya kurdan bûye xalekî giring, bi kirinên xwe gel bi nirxên wan ve zêdetir dane girêdan û li ser lingan hiştine. Keça Bedirxaniyan ya perwerdekirî û xwediyê kesayetek aristoqrat Nesrîn Bedirxan. Nesrîn Bedirxan hevsera Osman paşaye û weke hemû ferdên dinê yên malbatê koçberî bûye para wê jî û li Stenbolê bicîh bûye. Nesrîn Bedirxan di tevahî jiyana xwe de li koçberiyê jî jiyaye lê her dem ji derveyî kurdî bi tu zimanên dinê ne axiviye û tu zimanên dinê bi kar ne aniye. Musa Anter ew bi wê biryarbûna wê û ya ku ew hestiyarî pêre çêkiri bi van gotinên wê qala wê dike: "Kurê min ez her çiqasî keça paşayanim û ji malbatekî giranim lê dema ku ez kurdekî hemal jî dibînim ewqas kêfxweş dibim."


Navek ji destana azadiya netewî: Zarîfe


Zarîfe hevsera Serokê eşîreta Koçgiriyan Elîşêre. Zarîfe jinekî bi aqil, cesaret û leheng bû. Nîşanciyek mezin û sîleh şorekbû. Her dem demanceya xwe li gel xwe digerand. Her sal diçû Dêrsimê, gotarên li gorî aramncên netewî digot. Weke dadgeran pirsgirêkên di anava eşîretan de çareser dikir. Zarîfe her dem ji bo hevserê xwe Elîşêr gotna "Heval" bikar di anî. Ew jî tevlî doza ku hevserê wê ji bo azadiya netewî dida bûbû. Herdem bi sîleh li gel hevserê xwe cîh digirt, cesaret û hêz didan wan. Zarîfe di nava jinên kurd de propixandayek bê hempa ya şiyarbûna netewî dikir. Di dawiyê de jî li gel hevserê xwe di vê oxirê de çon mirinê. Zarîfe bi vê hişmendî û piratîka xwe bala gelek kesan kişandiye. Bi pesindayînê li ser zimanan geriyaye.


'Teali Cemyeti ya Jinên Kurd' avakirine


  Yek ji konevana me ya ku di derbarê wê de gelek agahî nîne jî keça Ehmed El-Kurdî Fatma ye. Mirovek bi aqil û konevanek başbû. Ji bo ku jinên kurd li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin hinek jin hetin ba hev, cemiyet ava kirin û hinek xebat jî birêve birin. Yek ji wan nimûnan jî ronakbîrên kurdan weke encamekî xwezayî, di wateya madern de di sala 1919'an de li Stenbolê "Teali Cemyeti ya Jinên Kurd" ava kirin. Di Nîzamnameya Ceniyetê de wiha hatiye nivîsandin: "Divê jinên kurd bi hişmendiyekî hemdem bilind bûn û hêzbûna xwe biparêzin. Di kokên jiyana malbatê ya civakî de reform bên jiyîn. Ji bo jiyan koçberî û kuştinên bi komî çareseriyek bên dîtin. Her wiha ji bo kurdên ku ketine rewşa hejarî û bêkesiyê jî çareyek bê dîtin û piştevaniya wan bên kirin."


Rewşen Bedirxan jina ku cara yekê Alaya Kurdistanê hejandî


Rewşen Bedirxan ji malbata Bedirxaniyane û keça Salîh Bedirxane. Bûyîna ferdek yê vê malbatê ji xwe jiyana wan diyare. Piraniya temenê xwe di mişextîbûnê de derbas kiriye. Rewşen Bedirxan di tîrmeha sals 1909'an de roja ku rêveberî bi fermî ketiye destê paşayê Osmaniyan Sultan Reşad li koçberiyê Qeyseriyê çavên xwe li dunya yê vekiriye. Rewşen Bedirxan li Şamê dest bi perwerdeya xwe kiriye. Dema ku mamostahî bidawî kir. Di sala 1925'an de dest bi mamostatiya erebî kir. Di nava çend salan de hînî zimanên firansî, tirki û inglizi bû. Di dema yek kirina Urdun û Suriye de bi wan zimanan mamostatî dikir. Ji 1928'an heta 1964'an di heman dibistanê de ders daye û di heman dibistanê de bûye midur. Di sala 1971'an de li ser daxwaza M. Mustafa Barzanî çûye başurê Kurdistanê. Ji derveyî zimanê dayîkê Rewşen Bedirxan dikarî bi zimanên weke firansî, tirkî û înglizi jî bi axive. Di sala 1934'an de bûye endama Yekîtiya Jinan. Li ser navê jinên Surye yê li Misrê tevlî Kongreya Jinên Cîhanê bûye. Di sala 1957'an de di kongreya Yunanîstanê li hemberî Kolonyalîzmê de 6 delegeyên kurd hat xwestin, Rewşen Bedirxan li ser navê her 6 delegeyan ew tenê bi alaya Kurdistanê ve tevlî kongreyê dibe. Mişel Ehlek ji bo Rewşen Bedirxan tevlî kongreyê nebe çî ji destan hat kir. li gel hemû astengiyan jî Rewşen Bedirxan tevlî bû û di kongreyê de alaya Kurdistanê vekir. Bi vî awayî cara yekê di civînek bivî awayî de alaya Kurdistanê hat vekirin.


Ji Rewşan Bedirxan mîrasa ji bo jinên kurd hêlaye: Li hemberî cehaletê şer kirin


 Rewşen Bedirxan li pişta xebatên ku hevserê wê Celadet Bedirxan kiriye bû. Ew jî bû nivîskara kovara Hewarê û di heman demê de redekteya kovarê kiriye.


Rewşen Bedirxan li gel Dr. Nurî Dêrsimî, Hasan Hişyar, Haydar Haydar û Osman Efendî di sala 1956'an de li Helebê Komeleya "Zanîna Kurd û Piştevanî" ava kirin. Rewşen Bedirxan bû endama Komeleya "Kora Zanyariya Kurd". Li ser daxwaza Komeleya Kora Zanyariya Kurd çû Stenbolê. Armanca wê ew bû ku li wê nivîsên ayîdê kurdan ji arşivên tirkan bigire û di biniya Kora de kom bike. Ev peywira xwe bi serkeftî bidawî kir. Çend nivîsên edebî yên Rewşen bedirxan dixwiyên. Di van eseran de bang li jinên kurd deke ku li hemberî cehaletê şer bikin. Ji van nivîsan yek jî bi navê "Jin û bextewariyariya malê" hatiye nivîsandin. Rewşen Bedirxan di 1'ê hezîrana 1992'an de li Banyas ê çu ser dilovaniya xwe.


Gullnas û Besê yên ku di Serhildana Agriyê de navê xwe li dîrokê nivîsandin


 Yek ji jinên kurd a bi leheng û çelengiya xwe tê nasîn Gulnas ya di sala 1927'an de beşdarî Raperîna Agiyriyê bûye. Gulnas xwişka İzet Bey yê tevlî Raperîna Agiriyê bûyi ye. Piştî raperînê Gulnasê digirin û dibi girtîteha Mûşê. Dema ku Gulnas di girtigehê de di şerekê de birayê wê İzet Bey û kurê wê Sidiq Bey tên kuştin. Serê herduyan jê dikin û dişînin Mûşê. Lê herdu serî kîjan yê İzet û kîjan yê Sidiqe nedihat zanîn. Ji ber wê banî Gulnas ya di girtîgehê de kirin. Nurî Dêrsimî Gulnasê bi gavên şikestî wiha pêşewazikirî tîne ziman: "Despêkê li ser serê İzet yê jêkirî xulbû bi dengekî bilind bi qehremaniya birayê xwe ban kir. Paşê destê xwe dirêjî serê kurê xwe Sidiq Bey kir. Çavên xwe gemirand û bi dengeke bilind 'Ev tosinê mine min ji bo van rojan şîr daye wî. Heger wî ji bo doza Kurdistanê ewqas berxwedanî nekiriban min şîrê xwe li wî heram bikirana.' "


Besê ya ji eşîreta Alanan û hevsera Seyîd Riza. Di Raperînê de Besê şer kerek bû. Di şerekê de ji bo nekeve destê dijmin xwe di zinarekê de avêt û jiyana xwe ji dest da.


Hafsa doza azadiya gelê kurd biriye raya giştî ya cîhanê


Hafsa jî yek ji jinên kurd ya ku xwestiye keda xwe tevlî tekoşîna azadiya netewî bike. Tenê ne di bûyerên civakî de herwiha nameyek şandiye meclisa gelen ya cîhanê û bi vî awayî doza azadiya gelê kurd gihandiye raya giştî ya cîhanê. Ji bo xwendina jinan kedekî mezin daye.


Yekem jina birîn sêdarê: Leyla Qasim


 Bi navê xwe biriye destana demê, di tekoşîna azadiya netewî de xwediyê cihekî giring û li gel xwe ji bo azadiya gel jî bi gelek fedekariyên mezin yek ji jinên kurd ya xwediyê kesayeteke giring Leyla Qasim. Sembola azadiya jinên kurd, navê cesaret û qehremaniyê Leyla Qasim yekem jina kurd ya birîn sêdarê. Di sala 1952'an de li bajarê Kerkukê hatiye dinyayê. Li gel malbata xwe koçî bajarê Bexda kiriye û li wê jiyaye. Fakulteya beşa perwerdê xwendiye. Di wê navberê de tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurd dibe. Li gel van jî di nava tekoşîna natewî ya Partiya Demoqrata Kurd ya İraqê de cîh digire. Di 13'ê gulana 1974'an de dema ku dibin sêdarê van gotinan dibêje: "Ez bi gelê xwe û xebat û tekoşîna xwe ya ji bo partiya xwe min dikir şanazim. Tenê daxwaza min ewe peywira ku dabûn min min biser nexist, ji ber wê bila xuda min efo bike. Ez ji bo mirinê amademe. Ez ji celadekê merhamet û efoyê naxwazim." Piştî mirina wê di serî de li başûr û çar aliyên Kurdistanê weke jinek efsaneyî hat nasîn. Di wê pêvajoyê de gelek zarokên keç yên nû hatin dunyayê navê "Leyla" li wan hat kirin.


Sibê: jinên di dîrokê de jinên kurd yên di rêveberiyan de cîh girtîn


(zt)