Li Cizîrê welatiyek din hat qetilkirin Cenazeyê 3 welatiyan birin Şirnexê
12:47
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên 3 kesên di encama êrîşan de li Cizîrê hatin qetilkirin, birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li navçeya Cizîrê welatiyê bi navê Lutfu Aksoy ê bi guleya polîsan bi giranê birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
Êrîşên hêzên dewletê yên li ser Cizîrê di roja 10'an de jî berdewam dikin. Hêzên dewletê yên nikarin xwe li ber berxwedana gel bigirin, êrîşî sivîlan dikin. Duh jî di encama êrîşan de Mehmet Saçan, Mehmet Tekîn, Dogan Îşî, Adîle Karaduman, Azîme Aşan û Dîkran Sayacan birîndar bûn. Ji birîndaran Mehmet Saçan, Mehmet Tekîn û Dogan Îşî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 3 welatiyan îro rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirneşê.
Ji ber ku hêzên dewletê destûr nadin definkirina cenazeyan a li Cizîrê, cenaze dê li navenda Şirnexê û bajaroka Dêrgulê bên definkirin. Mehmet Saçan dê li bajaroka Dêrgulê, Mehmete Tekîn û Dogan Îşî jî dê li navenda Şirnexê bên definkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyê bi navê Lutfu Aksoy ê di encama gulebarana polîsan de di 19'ê kanûnê de bi giranî birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Lutfu li morgê tê rawestandin.
(ekîb/eb/zt)
