Li Kerboranê zarokê 12 salî birîndar kirin

14:07

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên dewletê yên li ser gelê Kerboranê kete rojan 13'an. Hêzên dewletê îro jî zarokê 12 salî Mehmet Taşmedîr li ber mala wî hate birîndarkirin. Li navçeya ambargoya dewletê berdewam dike, gel bi hevgirî û hevkariyê destûr nade şandaja ambargoyê.

Êrîşên di 10 Kanûnê de li dijî gelê Kerborana Mêrdînê hatibû destpêkirin, di 13'an de berdewam dike. Di seatên sibê de hêzên dewletê zarokê 12 salî Mehmet Taşdemîr dema li ber mala xwe dilîst, gulebaran kirin. Mehmet di encama gulebaranê de ji destê xwe birîndar bû. Mehmet ji hêla hemwelatiyan ve bi ala spî heta cihekê hate birîn û bi ambûlansê gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Li hemberî dorpêç, ablûka û êrîşan berxwedana gel jî berdewaam dike. Ligel ku ev 13 roje êrîş tên meşandin jî dewlet nikare bikeve taxên berxwedanê. Hêzên dewletê heta niha gelek caran bi tanq û wesayîtên zirhî xwestin bikevin Taxa Safayê ku di destê gel de ye, lê bi berxwedanek tund hatin bersivandin.
Dewleta nikare bikeve taxan ji dûrve topbaranê didomîne.

Berxwedana bêwest û bêrawest

Ji roja êrîşan dest pê kirî heta niha gel her şevê çalakiya deng derxistinê pêk tîne. Şevê din jî heta derengî şevê gel li balqon û hewşên malên xwe li teneke û qoşxaneyan xistin û êrîş şermezar kirin. Gelê Kerboranê bi slogana, "Bijî berxwedana Kerboranê" biryarbûna xwe ya parastina qadên xwerêveberiyê didomîne.

Gelê Kerboranê ligel ku ji nişka ve bi êrîşan re rû bi rû ma û amadekarî nekirin jî, destûr nade ku ambargo wekî şantajê li hemberî wan bê bikar anîn. Ligel ku zehmetiyên mezin dikişînin jî gel nanê xwe bi hev re parve dike û ambargoyê vala derdixe.

(ekîb/eb/zt)