Navenda Kardelenê ya Jinan xebatên xwe yên 2012-13 bi raporekê diyar kirin
08:38
JINHA
AMED - Navenda Kardelena Jinan ya Şaredariya Baglaran bi raporekê xebatên xwe yên salên 2012-2013'an bi çapemeniyê re parve kirin. Derunînas Eda Erdener diyar kir ku jinên ku serlêdana sitargehan dikin piraniya wan di temenê biçuk de hatina zewicandin û di aliyê aborî de rewşa wan xirabe û got: "Jinên ku serî li sitargehan didin ji sedî 96 in jinên rastî şidetê hatine ji sedî 63 ji polîsan gilî dikin. Piraniya jinan dema ku serlêdana sitargehan dikin ji ber ji piştî serlêdanê ditirsin. Bi goman giliyên xwe ji me re vedibêjin. Ji ber baweriya wan bi qediyana şidetê nîne."
Navenda Kardelena Jinan ya Şaredariya Baglaran di derbarê Sitargehan de xebatên xwe yên salên 2012-2013'an bi raporekê bi çapemeniyê re parve kirin. Daxwiyanî li ber Mala Jinan ya Kardelenê hat xwendin. Di daxwiyaniyê de nunera saziyên jinan yên li Amedê xebatan bi rêve dibin û Namzeta Hevşaredara Baglarê Birsen Kaya amade bûn. Di daxiyaniyê de Koordinatora Navenda Jinan ya Kardelenê Mukades Alataş axivî. Mukades da zanîn ku her ku sal derbas dibe şideta û êrîşên li ser jinan jî zêde dibe. Mukades destnîşan kir ku paya mezin ya van şidetên li ser jinan jî zayend parêzî û muxalîf bûna dewiletêye.
'Gotinên Serokwezir şideta li ser jinan rewa dike'
Mukades diyar kir ku nêrîna hikûmetê ya li jinan dibe sedem her roja diçe êrîşên li ser jinan zêde dibe û got: "Zimanê deshilatiyê yê zayend parêzî, di aliyê şideta li ser jinan de cesaretê dide mêran. Bi zagonên xwe mêran diparêzin û êdî dê hema pişta şidetê bigirin, li hemberî jinan dixebitînin." Mukedes di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser gotinên Serokwezîr yên ji bo jinan gotî û wiha domand: "Serokwezîr bi gotinên xwe yên sîtemkar li ser jinan de diçe. Di civînên xwe yên wezîran de hişmendiya her roj di malan, kolanan û li cihên kar bi şidetê kuştina jinan meşru dikin vekiriye. Dewleta AKP'ê ya ku li ser navê hestên rastî û azadiyê girêdana ol û baweriyê li hemberî jinan her awayê şidetê rewa dikin."
'Divê sitargeh bên rewşa navendên jiyana azad'
Mukades da zanîn ku li ser navê "zarokê bûk" tecawîzê rewa dikin û her roj kêm zêde 3 jin tên kuştin û got: "Her roj kêm zêde 3 jin tên kuştin. Li ser navê 'zarokên bûk' gelek zarok tên tecawîz kirin. Di welat de her roj bi hinceta 'berdanê' jin tên kuştin. Ji ber van sedeman em weke aktîvîstên tevgera jinan ji zagonan dixwazîn bila cezayê mêran û malbatan zêde bikin. Armanca me ewe em malên sitargehan yên jinan bikin navendên jiyana azad."
'Jinên serî li sitargehan didin ji sedî 96 mexdurên şidetêne '
Derunas Eda Erdener jî destnîşan kir ku ji meha İlonê heta niha di Sitargeha Jinan ya Kardelenê de xizmeta 82 jinan û 62 zarokan kirine. Eda diyar kir ku ji sedî 96 jinên ku serî li Kardelenê dene jinên mexdurên şidetêne. Eda da zanîn ku di vê mijarê de herî zêde DOKH'ê alîkariya jinan kirine û berê wan dane Kardelenê û saziyên peywendîdar. Eda destnîşan kir ku ji jinên ku serlêdan kirine ji sedî 37 berê jî serlêdan kirine û tecrubeyên wan yên sitargehan hene û got: "Jinan berê jî herî kêm carekê serlî li sitargehan dane. Ev jî dewam kirina şidetê dide nîşandan. Her wiha ev dide diyar kirin ku jin sitargehan weke cihên parastina xwe dibînin û cihên ku herî bawerî didinê tê dîtin.
Eda diyar kir ku jinên ku rastî şidetê tên dema li rewşa wan ya perwerdê tê nêrîn ji sedî 50 hêj dibistana seretayî ne qedandine rastî şidetê hatine. Eda da zanîn ku hinek din jî piranî yên serlêdan dikin jî zarokên ku pir zarok di malbata wan de hene û piraniya jinên zewicî jî yên temenê wan dibin 18 saliyê de hatine zewicandinin û got: "Di temenê biçuk de zewicandin jî hêmanek din ya bingehîn ya şidetê ye." Eda diyar kir ku jinên ku serlêdan dikin ji sedî 45 jinên ku di temenê biçuk de tên zewicandin û rastî şideta mêran hatine.
'Bêkarî, tilyakêş û şidet zêde dibe'
Eda da zanîn ku piraniya jinên rastî şidetê tên jinên hevserên wan bêkarin. Eda destnîşan kir ku jinên ku ji bo hevserên wan bêkarin rastî şidetê tên, hevserên wa esrar û heban jî bi kar tînin û got: "Li gel bêkariyê bi karanîna tilyakiyê di be sedema zêdebûna şidetê. Ji sedî 70 malbatên wan di rewşeke feqîr de dijîn. Li gel van hemûyan jî jinên ku serî li me didin jinên demdirêj zewicî mane. Piranî jin di wê baweriyêdenin di dema pêş de şidet kêm bibe. Jinên ku serî li me didin jî êdî hêviya wan ya rabûn yan jî kîmbûna şidetê nemane.
'Jin ji nemana şidetê bê hêvîne'
Ede diyar kir ku jinên rastî şidetê tên despêkê serî li malên sitargihan didin û got: "Ji sedî 96 jinên rastî şidetê hatine serî li sitargehê dane, ji wan tenê ji sedî 63 ji polîsan bi gilîne, ji ber ji piştî gilîkirinê ditirsin. Li gorî vê hejmarê ji sedî 53 raporên darb kirinê girtine. Ev dide diyar kirin ku di dema gilîkirinê de hem ji kesên şidetkar ditirsin piştî gilîkirinê xirabtir bi serê wan bê û hem jî ne di wê baweriyê denin dê rewşa wan bên guhertin." Eda di dawiyê de weke sazî ji bo jinên ku serî li wan dane û wana çawa alîkariya wan jina kirine got ku: "Ji jinên ku serî li Mala Jinan ya Kardelenê dane ji sedî 49 zagonîne, ji sedî 30,6 piskiyatrîk û me ji sedî sed alîkariya derunî û tendirustî da wana."
(zt)
