Ji bo 3 welatiyên li Hezexê jiyana xwe jidest dan mewlud hat dayîn

14:22

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexê ji bo 3 kesên ku di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan mewlûd hat dayîn.

Li Hezexa Şirnexê ji bo Mehmet Latîf Olgar, Muhyettîn Olgar û Omer Geçgel ên ku di 20'ê kanûnê li taxa Yenîmaleyê di encama teqîna tûpê seyranê de jiyana xwe ji dest dan, li Parka Aşitiyê mewlût hat dayîn. Beriya ku mewlût bê dayîn di nav de Parlementera HDP'ê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran, hevşaraderên Şaredariya Hezexê û bi hezaran kes li pêşiya Şaredariya Hezexê li hev kombûn û heta parqê aşitiyê meşiyan. Di meşê de posterên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Latîf Olgar, Muhyetîn Olgar û Omer Geçgel hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" , "Şehîd rûmeta me ne" hatin berzkirin. Di dawiya meşê de Parlamentara HDP'ê Ayşe Acar Başaran axaftineke kurt kir û ji malbatê sersaxî xwest.

Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û xwarin hat belav kirin.

(frz-ke/meb/zt)