Li Silopiyê çeteyê DAIŞ'ê û Tîmên Esedûllah di dewrê de ne

16:10

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê roja berê li taxa Nûhê hêzên taybet û ser çavên girtî girtin ser mala welatiyê bi navê Veysel B. de girin û diwarê xaniyê wî hilweşandin û bi saetan îkenca li wî û cîrnê wî kir. Veysel B., "Tîmên taybên û ser çavên wan girtî hatin mala me û ji min re gotin 'em DAIŞ'in û Tîmên Esedûllah e', emê we hemûya biqelihîn e."

Li navçeya Silopî ya Şirnexê hêzên dewletê jiber ku nikarin têkevin taxên berxwedê berê xwe didin malê bê xendek û li ser malên welatiyan de digrin. Gelek dîwarên malan ji hêla tîmên taybet ve hatine xirakirin. Welatiyan di malê wan de rehîn tên girtin û îşkence li wan tên kirin. Heta niha li Silopiya 12 kes ji hêla hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hat gotin ku roja berê li taxa Nûhê hêzên taybet ên ser çavên wan girtî ser malan de girtine. Mala di kolana 58'emîn a welatiyê bi navê Veysel B. de girtine û du rojan îşkence li wî û cîranê wî kirine.

'Em DAIŞ û Tîmên Eseddûllahin'

Veysel B. diyar kir ku tîmên taybet ên ku ser çavên wan girtî bi balyozan dîwarên mala wî xera kirin û ketin mala wî. Veysel B. da zanîn ku tîmên taybet malbata wî û cîranên wî xistin bodrûma mala wî û bi saetan îşkence bi wan kiriye û got: "Wan çeteyan ji me re digotin em 'DAIŞ û Tîmê Eseddûllahin.' Em hemû xistin bodrûmê û îkence bi me kirin. Dirûşmeyên DAIŞ'ê davêtin. Digotin 'emê we hemûya biqelihînin. Koka we gişa beqedînin. Dema îkence bi me kirin xwestin me bişînin ser xanî û bikin hedefa sekvanan. Dema me got em naçin ser xanî, dîsa dest bi îşkencê kirin."

'Çete li Silopiyê terorê dimêşînin'

Veysel got ku piştî ew tîmên ewilî hat bi îşkencê li wan kirin çûn û dawiyê tîmekî din hatiye û wiha axivî: "Niha li Silopiyê çeteyên ji xwer dibêjin 'em DAIŞ'in, Tîmên Eseddûllahin' li Silopiyê terorê dimeşînin. Hemû mala xera dikin. Malbata bi zorê ji mala derdixin. Ên naxwazin derkevin jî bi lêdan wan derdixin û dişînin gundan. Xwîn ketiye çavên wan. Divê hemû dinya dengê me bibîhîsin. Çeteyên bi pere Silopî kî dikevin ber wan dikujin. Jiyana ma di xeterêde ye. Silopî bi qetlîamê re ru bi ru maye."

(kom/eb/zt)