Li Silopiya ji ber topbaranê agir bi malekê ket
17:35
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiyê di encama topebaranê de agir bi malekê ke. Ji ber topbaranê welatî nikarin agir bitefînin ji bo wê jî mal hilweşiya.
Li navçeya Silopiya Şirnexê bomberana hêzên dewletê berdewam dike. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişkînin û pêş bikevin, malên welatiyan topbaran dikin. Bi dehan tank û wesayîtên zirxiyên li ser girê Elîhemsê hatinin bi cîh kirin taxên Başak, Nûh, Cûdî, Yenîşehîr û Barobaosê bombebran dikin. Heta niha di encama bomberanê de bi sedan xanî hatin hilweşandin û şewitandin. Îro jî li nêzî dibistana 23 Nîsanê ya li Taxa Barbarosê topa tankê li mala welatiyekê ket. Di encama topebaranê de agir bi malê ket. Ji ber êrîşên dijwar welatî nikarin biçin agir vemrînin. Piştî şewatê mal bi tevahî hilweşiya.
Li navçeyê bombebaran didome, gel bi biryare ku hêzên dewleta tirk nexe taxên xwe û berxwedana xwe didomîne.
(ekîb/eb/zt)
