Li Nisêbînê qedexe hat rakirin

08:24

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî rewşa awarte ya 11 rojan ku 4 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, ji ber ku berxwedana gel nehat şikandin qedexe hate rakirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku heya niha 6 caran qedexeya derketina kolanê hate îlankirin, li 4 taxan 11 roj berê, li hemû navçeyê jî di 21'ê kanûnê de qedexeya derketina kolanê hatibû îlankirin. Di nav 11 rojên rewşa awarte de 4 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Tevî hemû êrîşan ji ber ku berxwedana gel nehat şikandin, dewletê qedexeya derketina kolanê rakir.

(zt)