Artukluyê berxwedana xwerêveberiyan silav kir
08:34
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê êrîş û rêveberiyên awarte yên li Kurdistanê hate şermezarkirin. Li taxa Saraçoglu ciwanan çalakî li dar xistin û wesayîtekî zirxî ya dupişt şewitandin.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê êrîşên li dijî navçeyên Sîlopî, Cizîr Nisêbîn, Kerboran û Sûrê welatiyên ku bi rojan e li ser piyan e gel dîsa di berxwedanê de bû. Gelek ciwanên ku li taxa Saraçoglu kom bûn cadeya Yenîyolê li trafîkê re girtin û kotrola nasnameyan hate kirin. Ciwanên ku agir pêxistin û barîkat danîn rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanên ku bi parastina cewherî bersiv dan wesayîtekî zirxî ya dûpişk hate şewitandin.
Wesayîta zirxî ya ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin bi wesayîtekî din a zirxî ve hate birin.
(rc)
