ROJEVA 24'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Ji ber şert û mercên şer û hatina demsala zivistanê re welatiyên Kobanê zehmetiyên mezin dikêşin. Jinên Kobanê dan zanîn ku ji ber buhabûnê ew nikarin debara jiyana xwe bi hêsanî pêk bînin û destnîşan kirin ku şer bandorek mezin li ser jiyana civakê dike.

* Aliya Ela Aladîn (30) li bajarê Til Temir bi têkoşîna jiyanê re li hember kevneşopiyên civakî li berxwedide û bêy ku xwe bispêre cihekî 4 zarokên xwe xwedî dike. Aliya got, "Her jinek dikare bi hêza xwe li hembe zehmetiyên jiyanê li berxwe bide û bi têkoşîna xwe kevneşopiyê civakî bişkîne."

*Endama Komeleya Mafê Mirovan a Colemergê Perîhan Çîftçî der barê girtiyên nexweş de axivî û destnîşan kir ku di di girtihên Kurdistan û Tirkiyê de 300 jê giran 756 girtiyên nexweş hene. Perîha bang li her kesê kir ku deng bibin qêrîna girtiyên nexweş.

*Zarokên ku ji ber êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan û li Wanê di konteyniran de dijin anîn ziman ku ew dixwazin cardin vegerin Kobanê. Yek ji daxwazên zarokên Kobanê jî dibistan û perwerdehiye. Zarokan anîn ziman ku encax dibistan dilê wan xweş bike û ji ber dibistan tune gelek xemgin in.

*Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle diyar kir ku ji mehê Tîrmehê û vir ve hêjmarê cenazeyên ku li sînor tê ragirtin gihêştiye 110'e û wiha got, "Herî dawî malbata Melîha Çûrûk a ku cenazeyê wê 43'ê rojan tê ragirtin serî li me da. Malbat ketin nava hemû hewldanan û kampanya dan despêkirin. Lê belê tu encam ne hat bi dest xistin. Kiryarê îşkencê yê ku li hember cenazeyan pêk tê, pêk anînên dervî ehlaqe."

*KJA'yê di 9'ê Çileya 2016'an de wê li Qada Batikentê ji bo 3 jinên siyasetmedar ên ku li Parîsê hatine qetilkirin meşek li darbixin.

*Fermandara YJA Starê Mizgîn Jiyan der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê, revandina jinên Êzidî û berxwedana jinên Êzidî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de axivî û diyar kir ku li kuderê jinek Êzidî hatibe revandin ew rizgarkirina wî cihî ji bo xwe esas dibînin û wiha got: "Em ê perçeyekî axa Şengalê jî di destê DAIŞ'ê de nehêlin."

*Li Tirkiyê piştî despêkirina qedexeyên derketina kolanan her roj hema hema jinek tê qetilkirin. Ji pêvajoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê heya niha hêzên dewletê 44 zarok û 70 jin qetilkirin.

*Bi pêşengiya KJA yê dê bi diruşma"Qatîlê jinan dewlete" di 25'ê kanûnê de jin dakevin qadan. Girêdayî mijarê Endama Kordinasyona Navenda Jinan Kardelenê Mukaddes Alataş, got: "Divê jin demek ji ya din zutir dakevin qadan. Tenê jin dikarin pêşiya vî şerî bigirin. Divê ti jin xwe bêçare hîs nekin û bi vê meşê dengê xwe bidin bihîstin."