Hezex ji bo meşa ber bi Cizîrê ve kom dibe
11:10
JINHA
ŞIRNEX - Bi hezaran hezexî ji bo ber bi Cizîrê ve bimeşin berhev bû. Girseya sloganên, "Bijî berxwedana Cizîrê" berz dike, dê ber bi Cizîrê ve bimeşe. Li bajar dikan û kontak jî hatin girtin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewletê yên li ser bajarên Kurdistanê bi hezaran hezexî li Parqa Aştiyê ya li Taxa Turgut Ozal hatin cem hev. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, hevşaredar û rêxistinên navçeyê yên DBP û HDP'ê jî tev li meşê dibin. Li navçeya ev hefteyek e dibistan tên boykotkirin, dikan û kontak jî nehatin vekirin. Li navçeya jiyan hate rawestandin, dengê sloganên gel berz dibin.
'Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan'
Gelê di seatên sibê de berhev bûyî, sloganên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" tên avêtin. Girse dê di kolana Adile Naşît re ber bi Cizîrê ve bimeşe. Meşa girseyê ya ji bo Cizîrê dest pê kir.
(ekîb/eb/zt)
