Jinên kurd yên berxwedêr ku navên xwe li dîrokê kolandine...DOSYA (2)
16:26
Mekiye Gorenç-Rohat Emekçi/JINHA
Di rêveberiyan de jinên kurd û serkeftinên wan yên giring
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd yên ku di dikên dîrokê de serkeftin û qehremaniyên mezin bi dest xistine, di herêmên rêveberiyê de jî îmza avêtine binê gelek serkeftinan. Sembola serkeftinê Deyfe Xatun, Kurda Amazonê Kara Fatma, konevana yekem Adile Hanim, ya ku bi helbestan navê xwe kolaye Xanzad Xanim, jinên ku li hemberî Şahê İranê Serokatiya artêşê kirine Qedem Xer û Fatma, Perîxan, Şemse, Nehrili, Meryem, Fasla û weke dinê jinên pêşeng...Ev nimuneyane hemû vê rastiyê bi me dide têgihiştin. Di dîrokê de jinên kurd ked û berxwedana wan ya pir mezin heye ji bo jinên ku niha tekaşîna netewî û azadiya civakî didin. Di heman demê de ev pêşeroj bi paşeroja jinên kurd bi hevdu ve girê dide.
Di nava civaka kurdan de carnan di rêveberiyê de mêr li pêş bin jî di sinurên tuj de jin û mêr bi hevre nin, bêyî ku valehî bihêlin jinên kurd hema dikevin navê û hema dikevin ser kar. Em dikarîn gelek mînakên bi vî rengî yên jinên kurd di dîrokê de bibinin. Ji van yek jê jî biraziya Selehatin-i Eyubi Deyfe Xatun e...Di sala 1186'ê hicrî de di Kelha Helebê de hatiye dinê. Di 25 saliya xwe de di nava Xanedana Eyubiyan de bi kurê Elmelik Elzahêr re zewiciye. Dema hevserê wê jiyana xwe jidest dayî di nava rêveberiyê de cîh girtiye. Ji ber kurê wê pir biçuk bû ew dikeve rêveberiya Xanedanê de û heta kurê wê dibe 17 salî ewê xanedan birêve biriye. Kurê wê di sala 1236'an de di 24 saliya xwe de jiyana xwe jidest da. Kurê wê yê dinê bi navê Selahadînê 2'emîn dihat nasîn kete rêveberiyê. Dema ew kurê wê yê dinê jî diçe ser dilovaniya xwe, wê demê neviyê wê 7 saliye carekî dinê Deyfe Xatun di temenê 50'î saliyê de dikeve rêveberiyê de. 6 salan Heleb û derdorê wê birêve dibe. Di dema rêveberiyê de bi rêveberên Hama, Tunus, Şam û Kurdistanê re hevdîtin kiriye. Bi Selçuqiyan re jî hevdîtin kiriye. Li hember êrîşên Mogol û Xaçperesan piştevanî dixwest. Di dema êrîşan de sekneke bi cesaret nîşan daye.
Sambola berxwedanê: Dayfe Xatun
Di sala 1219'ê hîcrî de êrîşên Mogolan di bin rêveberiya Cengîz Xan de li ser Buhara û Semerkant ê êrîşên bixwîn rêvebirin. Qirkirinên nehatin dîtin û bihîstin birêve birin. Bajar, dibistan û mizgeftên misilmanan talan kirin. Pirtukên aliman li gel alîman dişewitandin. Talanek wahşî hat kirin. Di van pêvajoyan de gelek rêveber bi tirsonekî nêzbûne û xwe dane alî lê Deyfe qet xwe neda alî ne tirsa û xwediyê sekneke berxwedêr serî rakiriye, ji ber kesê serê xwe ne tewandiye. Di sala 1226'an de Cengîz Xan mir. Piştî 4 salan êrîşî li ser Saruhan, Kişlohan, Berdihan û Xuwarizma kirin. Dema Selçuqiyan hat. Heta peravên Firadê hatin. Ji bo gel bitirsîni êrîşî Kelha Cihber kirin. Beşek ji artêşa Deyfe Kelha Cihber di parastin û beşê dinê jî ber bi Kelhên Şîraz û Harim ve birêketin ji bo parastina wan çûn. Di encama van êrîşan de Mogolan her ku dixwestin bikevin Helebê rastî berxwedana artêşa Deyfe Xatun dihatin. Deyfe li hemberî van êrîşan gel kom kiri û xwest gel yek bibin li hemberî dijminên xwe bibin yek. Gelê ku kombûn derdora Kelhê girtin û parastin. Bi deh caran Mogolan êrîşî Helebê û Xanedana Eyubiyan kirin. Her car Deyfe bi leşkerên xwe ve pêşiya wan digirt û nedihêlan dakevin Helebê de.
Pilanên darbê yên Suhabutin
Suhabutin Eyubi çavnebarî li Deyfe Xatun dikir û dixwest bê rêveberiyê. Lê bi tenê ev cesaret ne dikir û çû li gel Paşayê Şamê Elmelik Eleşrefe lê teleba wî hat ret kirin. Dema ku Deyfe ev bihîst leşkerên xwe li hemberî mêrê ku dixwest îxanetê bike rakir û hemû karê wî ji destê wî girt. Deyfe ew û hevalên wî li Kelha Helebê de hebis kir. Piştî êrîşên Mogolan vêcarê di dika dîrokê de Seferên Xaçperesan despê kirin. Tundiya ku Mogolan li gel nekirîn xaçperesan kirin û kirinên nekirîn wan kirin. Deyfe vêcarê li gel Xaçperestan kete şer. Deyfe li gel artêşa xwe li hemberî Xaçperesan berxwedanekî bê hempa kirine. Deyfe di pêvajoya rêveberiyê de qehremanî û serkeftineke mezin daniye holê. Ji bo Medreseyan jî xebatekî giring kiriye. Li Helebê Medreseya Fîrdews çêkiriye. Di sala 1236'an de derwêşxane û turbe çêkiriye. Di vê derê de gelek kesên ku quran dixwenedin sofî û feqî cîh digirtin. Deyfe di sala 1242'ê koçî de di 59 saliya xwe de ji ber nexweşiyakê çû ser dilovaniya xwe.
Kurda Amazonê: Kara Fatma
Kara Farma (Fata Reş) ji bo jinên kurd yên piştî xwe yek ji jinên ku herî tê naskirine. Bi cesaret, lehengî, rêvberî û sekina xwe bûye mijara gelek kovar û rojnameyan. Ji aliyê her kesê ve bi pesindayên tê qal kirin. Fata Reş di dîroka jinên kurd de xwediyê cihekî taybete. Seroka eşîrek ji Gumgumê ya li Torosan û Rewandizê dijiyan kirin bû. Di navenda sed sala 19'emîn de di şerê qirê de weke serleşkera 300 siwariyan diçe Stenbolê bi Sara re hevdîtin dike û diyar kirin ku ew amadene li gel Rusan şer bikin.
Ji ber qehremanî û cesareta ku nîşan daye di salên 1853-1856'an de tevlî şerê Osmanî û Rusan bûye. Li gorî "Mucahîdên Kurd" dizanî jî li gel rêveberiya İtihat û Teraki weke jinek qehreman ya tirk pêşkêş kirine. Heta di sala 1956'an de jiyana Kara Fatma kirine filîm û weke di tekoşîna netewa tirkan de rolekî giring yê wê heye didin nasîn. Lê aşkere tê dîtin ku ew jineke kurde. Di dema xwe de di rojnameyên Ewrupiyan de weke "Pirensa Kurdan", "Kara Fatma ya Kurdistanê" û "Amazona Kurd" nav lê hatiye kirin û hatiye nasîn, di raya giştî ya cîhanê de bi serkeftina xwe dihat nasîn. Di dawiya sala 1800'an de çûye li ser dilovaniya xwe.
Konevana yekê û rêvebera herî baş ya xelat girtî: Adile Xanim
Adile Xanim li Erdelan çavên xwe li jiyanê vekiriye û li wê mezin bûye. Ji ber karmendiya bavê wê ew diçin Tahranê û li wê jiyana xwe didomînin. Di sala 1313 yê hîcrî (M.1859) an de bi kurê Muhamed Paşa yê reyîsê eşîreta Kaf Osman Bey re di zewice û tê Helepçe. Adîle Xanim ji ber jinek gelek jîr bû di dema ku xezîrê wê û hevserê wê di rêvdberiyê de jî di aliyê rêvebirina eşîrê de rolekî giring yê wê hebû. Di sala 1909'an de hevserê wê dimire û ew dikeve rêveberiya eşîretê de. Gelek caran tevlî meclisê bûye.
Bi gelek konevanên biyanî re hevdîtin kiriye û bi gelek rojnamevanan re hevpeyvîn kiriye. Li her derê bi cesareta xwe derketiye pêş. Adîle Xanim bi tena serê xwe 15 salan Helepçe birêve biriye. Di dema rêveberiya wê de şertên jiyana Halepçe baş bûye û di aliyê çandî, aborî û civakî de pêşketin jiyaye. Di demê deshilatdariya İngilizan de ji ber bi şeklê herî baş eşîret birêve biriye, ji aliyê rêveberiya İngilizan ve hatiye xelat kirin, madalya dane wê û ew pîroz kirine. Di sala 1924'an de di 65 saliya xwe de Adîle Xanim wefat kir û gora wê li Helepçe li gel gora mirovên wê Ebu Ubeyde hatiye çêkirin.
Di nava êzidiyan de li gel pêşengiya mêran rêveberiya jinan
Mayan Xatun yek ji jinên xwediyê baweriya êzidiyane. Li gor baweriya êzidiyan mêr pêşengin. Jiber Mayan Xatun xwediyê kesayetek bilind bû di nava civaka êzidiyan de pêşengî û heta demekê mîrîtî kiriye. Mayan Xatun di sala 1874'an de hatiye dunyayê. Bavê wê Mîr Evdî Bey bû. Di 15 saliya xwe de bi Mîr Alî Bey re zewiciye. Ji ber sedemên nayê zanîn hevserê wê Alî Bey dimire. Ji ber kurê wê Sait pir biçuke nikare bikeve rêveberiyê. Birayê Mayan Xatunê dixwaze bikeve rêveberiyê. Mayan Xatun vê yekê ne pejirîne û wekaleta kurê xwe digire heta kurê wê mezin bibe ew di rêvberiyê de dimîne. Kurê wê Sait Bey li Beyrutê perwerdeya Fakulteya Tibê diqedîne. Mayan Xatun kurê xwe Sait Bey di sala 1933'an de li gel keça birayê xwe di zewicîne. Mayan Xatun rêveberiyê ji Sait Bey re dihêle. Sait Bey demek dirêj li rêveberiyê dimîne paşê dinavbera wî û birayê hevsera wî Vansa Xanim Yezidxan de nelihev kirin derdikevin. Sait Bey biryara kuştina Yezidxan dide. Vansa Xanim ji ber kuştina birayê xwe Sait Bey birîndar dike û li Helebê tevlî eşîretek ya êzidiyan dibe. Piştî demekê di sala 1944'an de Sait Bey çû ser dilovaniyan xwe. Divê mîrek nû bê rêveberiyê. Sait Bey bi navê Tehsîn zarokek hebû. Ji ber Tehsîn pir biçuke, bi wekaleta neviyê xwe Tahsîn Bey Mayan xanim cardin diçe rêveberiyê. Mayan Xanim hem berpirsiyariya herêmê û hem jî berpirsiyariya hinek eşîrên êzidiyan digire ser milê xwe. Mayan Xanim di 31'ê hezîrana 1957'an de di 83'ê saliya xwe de diçe li ser dilovaniya xwe.
Xanzad Xanim ya ku navê wê bi nivîsîna helbestan tê nasîn
Xanzad Xanim ji mîrîtiya Soranêye û hevsera Mîr Suleyman bin Şekeli Bey ye. Li gorî salnameya hicrî di sed sala 12'emîn de jiyan kirine. Bi navê Xanzat Sultan jî tê nasîn. Ji navenda Mîrnîşîniya Soran Divinkala diçin û li Herîrê bicîh dibin. Ji ber êrîşên Baban an diçin li Herîrê bi cîh dibin. Li gorî gotinan paşê rêveberiya Bexda banî hevserê Xanzad Xanimê dike. Dema ku diçe Bexda wî digirin û di avêjin girtîgehê. Li gorî rewşê Xanzad Xanim hemû berpirsiyariyên rêveberiyê digire ser milê xwe û bi awayê herî baş bi rêve dibe. Herêma Soran û Herîrê birêve dibe. Di dema rêvebirina Mîrnîşîniyê de gelek mizgeft û keleh çêkiriye. Parastin û hêza parastinê bi awayekî herî baş bi rêve biriye. Xanzad Xanim bi hêjmarekî zêde helbest nivisiye. Qesîdeya leşkerî wê nivîsiye û heta roja îro hatiye.
Nimûneyek dinê di nava kesayetên mezin ên jinên kurd de cîh girtî Situ Şam e. Navê wê yê rast Zumrut Xatune. Bi leqab jî weke İsmetudin tê nasîn. Paşê jî di nava gel de bi navê Situ Şam tê nasîn. Situ Şam ji bo gel xebatekî mezin kiriye. Di belgeyên dîrokî de tê gotin ku du medrese avakiriye.
Jina ku li hember Şahê İranê Serokatiya artêşê kirî: Qedem Xer
Kesayeteke dinê ya giring ku di rêvaberiya dewletê de hatî dîtin Qedem Xêr Xanim. Li Lorîstana Rojhelatê Kurdistanê jiyaye. Li hember Şahê İranê cihê birayê xwe girtiye û serokatiya artêşê kiriye. Di gava yekê de serkeftinên mezin bi dest xistiye. Paşê Şahê İranê ji Omer Şikak alîkarî digire û êrîşî Qedem Xêr dikin. Qedem Xer her çiqasî li ber xwe dide jî lê li hember wê hêza mezin hêza wê têrê nake û dîl dikeve destê wan. 3 salan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de nexweş dikeve û dimire.
Konevanek jîr û jêhatî Gaziye Xatun piştî mirina hevserê xwe wekaleta kurê xwe digire, dikeve rêveberiya dewletê de û bi awayê herî baş birêve dibe. Şah Xatun piştî mirina hikumdarê Bidlîsê Emîr Şemsedin ji ber kurê wê Îbrahîm hêj biçuk bû ew ketiye di serê hikimdariyê de. Demdirêj hikumdarî bi rêve biriye. Safiye (Dayfiye) Xatun rêveberiya eşîretên Helebê kiriye. Piştî mirina kalikê xwe el-Melik Aziz Muhamed ket di rêveberiye Helebê de û 6 mehan welet birêve biriye.
Fatma, Perîxan, Şemse, Nehrili, Meryem, Fasla û jinên din ên paya bilind...
Fatma Xan li deverên nêzî Rawandizê jiyan kiriye. Piştî mirina hevserê xwe 8 gundan birêve dibe. Hemû karên xwe yên bi hikumetê re bi xwe dikir. Di helbijartina parlementoyê de hemû gundiyan deng dan wê û ew wekîla xwe helbijartin. Li herêm Pişder niha jî li hemberî du jinên xwediyê kesayetên mezin rêzdarî heye. Ev du jinane piştî hevserê wan dimire rêveberiya eşîretên xwe girtine li ser milê xwe. Ev du kesayetên giring yek jê ji eşîreta Kafuruşi Fizhdarli Mama Pura Halime û ya dinê jî ji eşîreta Şîvan Qaha Nerkiz e. Wekedinê jî van jinan li hemberî deshilatiya Osmaniyan tekoşîn kirine. Di nava jinên li hemberî deshilatiya Osmaniyan şer kirine de Mama Perşeng jî hebû. Jinên ku reyisî ji bo eşîretên kurdan kirine, lê di aliyê jiyana wan de tu agahî nîne tenê navê wan derbas dibin. Çend ji wan jî evin: Perîxan Xanim, Şemse Xanim, Nehrili Meryem Xanim û Fesla Xanim...
Sibê: Di dîroka kurdan de jinên ku dengên wan qedîfe
(zt/

