Mamosteyek li Cizîrê mayî: Dewlet ji xwe re dijminan mezin dike

11:40

JINHA

ŞIRNEX - Alîkarê Midurê Lîseya Îman Hatîp ya Cizîrê Mesût Aslan ji bo dilê xwendekarên xwe xweş bike di bin tang û topan de şekiran dikire û li zarokan belav dike. Mesût diyar kir ku hêzên dewletê raste rast gule û topan li kolanên Cizîrê direşîne û wiha got: “Çawa ku di salên 90’î de dewletê bi polîtîkayên xelet zarokên ku niha mezin bûne kirin dijminê xwe, bi heman şêweyî niha jî bi van êrîşan zarokên kurdan dike dijminên xwe yê pêşerojê. Dewlet ji xwe re dijminan mezin dike.”

Piştî ku Walîtiya Şirnexê li navçeya Şirnexê Cizîrê biryara qedexeya derketina kolanan da ji beriya danîna qedexeyê 2 rojan mamostayên li Cizîrê derxist. Hinek ji van mamostayan bi taybet jî mamostayên ku ji cihên din hatîn û li Cizîrê mamostetî dikirin ji navçeyê derketin. Lê gelek mamostayan jî xwendevanê xwe bi cih nehêlan û di rewşa şer de ji bo dilê xwendekaran xweş bikin bi wan re tên cem hev. Yek ji van mamostayan jî Alîkarê Midurê Lîseya Îmam Hatîpê Mesût Asalan e. Mesût di nava şert û mercên şer de bi xwendekarên xwe re dikeve nava têkiliyê, ji wan re tiştan dikire û tax bi tax li wan belav dike. Mesût ligel êrîşên hêzên dewletê yên bi top, bombe avêj û sekvanan xwe digihîne zarokan. Dema Mesût li nava taxên Cizîrê digere hem xwe ji ber êrîşên sekvanan diparêze hem jî dilê xwendekarên xwe xweş dike.

‘Li Cizîrê ne derketina kolanan, jiyan kirin qedexeye’

Mamosta Mesût bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên ku ev 11'e rojin li ser Cizîrê berdewam dikin da û diyar kir ku di rewşên şer de herî zêde zarok mexdur dibin. Mesût anî ziman ku êdî ew nikarin behsa pskolojiya zarokan bikin û wiha axivî: “Jiyana zarokan li her tax û kolanên Cizîrê di xeteriyê deye. Ji bo ku zarok nemirin malbat zarokên xwe dikin bodroman. Lê dîsan jî malbat nikarin zarokan di mal de bigirin ji ber ku zarok dixwazin li kolanan bileyîzin. Li Cizîrê ne qedexeya derketina kolanan, qedexeya jiyan kirinê heye.”

‘Em tenê firok û fuzeyan nabînin’

Mesût destnîşan kir ku hêzên dewletê bi top, bombe avêj û guleyan raste rast êrîş taxan dikin û wiha got: “Em tenê firok û fuzeyan nabînin. Hêzên dewletê hemû çekên giran bi kartînin. Dema gel bi şev dirazin, dibêjin ‘ka em ê heya sibe bijîn yan na?’. ”Mesût got ku ew jî wek mamostayek hewildide bi zarokan re biaxive, kêm jî be di aliyê pskolojî de alîkarî bide zarokan.

‘Zarok tramvayê dijîn’

Mesût daxuyand ku di nava vî şerî de zarok tramvayê dijîn û wiha pêde çû: “Divê demildest ev şer raweste. Çawa ku di salên 90’î de dewletê bi polîtîkayên xelet zarokên ku niha mezin bûne kirin dijminê xwe, bi heman şêweyî niha jî bi van êrîşan zarokên vê demê dike dijminên xwe yê pêşerojê. Dewlet ji xwe re dijminan mezin dike.”

‘Zarok dê kesên van bombeya dibarînin bipirsin'

Mesût anî ziman ku eger rojên pêş de dîsan dibistan vebin, dê ew çawan ji zarokan re behsa dewletê bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dê sibe zarok ji min bipirsin ‘kî van bombeyan li ser serê me direşîn e?’. Ez ê çawan bersiva van zarokan bidim?."

(bî/eb/rc)