Berxwedana Nisêbînê êrîşan têk bir
12:21
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê piştî rakirina qedexeya 11'e rojan dijwariya êrîşan derketin holê. Her çiqas qedexe hatibe rakirin jî, lê gel di berxwedana xwe de bi israr e û piştî rakirina qedexeyê bi hezaran welatî daketin kolan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan a di roja 11'an de di encama berxwedana gel de bi dawî bû. Bi rojan e êrîşên giran li ser taxên Kişla, Zeynel Abîdîn, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa û tevahiya Nisêbînê pêk hatin. Di vê qedexeyê de di hedefa êrîşan de taxên Kişla û Zeynel Abidîn hebûn. Piştî rakirina qedexeyê dîmenên hovane yên êrîşan derketin holê. Li Kolana Onder di navbera her du taxan de mal, kargeh û dîwarên hewşa Mizgefta Mele Musa hatin ruxandin.
'Êrîş perçeyek polîtîkaya koçberkirinê ye'
Her çiqas qedexe hatibe rakirin jî dorpêçkirina hêzên dewletê li ser taxan berdewam dike. Bi rakirina qedexeyê re bi hezaran welatî jî daketin kolanan û berxwedana xwe didomînin. Welatiyan li hemberî ruxandina mal û hewşa mizgeftê bertek nîşanda û diyar kirin ku rakirin û danîna qedexeyan perçeyek polîtîkaya dewletê ya koçberiyê û bê mirov kirinê ye.
'Ji bo Qudûsê digirîn li Kurdistanê îbadetgehan têk dibin'
Welatiyê bi navê Abdulazîz Gergîn destnîşan kir ku pîvanên êrîşan tu eleqa wê bi ola Misilmaniyê re nîne û got ku li aliyekî li ser Qudisê digirîn û li Kurdîstanê jî pîrozgehên gel xera dikin. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Sadî jî diyar kir ku ev êrîş tarzê DAİŞ'ê pêk hatine û got ku eger ew dibêjin misilmanî lê misilman li misilmanan wiha nake.
'Êrîş dijminiya gelê kurd e'
Di êrîşan de mala rêveberê HDP'ê Alî Yildirim jî hedef hate girtin û dîwarê hewşa xêniyê wî hate xerakirin. Alî destnîşan kir ku navê van êrîşan dijmintiya li dijî gelê kurd û berxwedana gel e û got ku mala wî bi taybetî hedef hatiye girtin. Alî anî ziman ku ji ber berxwedana gelê Nisêbînê pir kêfxweş in û banga xwedî derketina berxwedanê li gel kir.
(ekîb/eb/rc)
