Li Surê di derbarê 2 kesên polîsan dora wan agahî jê nayê girtin
16:41
JINHA
AMED - Li Sura ku 23 rojin berxwedan lê berdewam dike li ser Cadeya Turistik polîsan 2 kes gulebaran kirin, piştî gulebaranê her du kes ser cadê ketin, paşê jî derdora 2 kesên li cadê de dirêjkirî girtin agahî ji wan nayê girtin. Polîsan nehêla kes nêzî wan bibin, di derbarê her du kesan de agahî nayê girtin.
Li navçeya Sura Amedê ya ku 23 rojin berxwedan lê berdewam dike polîsan 2 kes gulebaran kirin. Piştî gulebaranê her du welatî li Kolana Mazi ya ser Cadeya Turistik bi erdê ketin polîsan derdora wan girtin û agahî ji wan nayê girtin. Ji bo rakirina dorpêça ser Surê di navê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emîne Ayna, Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp jî di navê de hemû hilbijêr ber bi kolana lê bûyer çêbûyî ve çun lê ji ber barîkatên polîsan agahî nayê girtin. Polîs nahêlin kes nêzî cihê bûyerê bibin. Parlementera HDP'ê Sibel Yigitalp ji bo agahî ji her du kesan bigire hevdîtin kir lê ti encam negir.
(zt)
