Li Surê di baxçê dibistanê de 2 cenaze hene

18:22

JINHA

AMED - Cenazeyê Mesut Seviktek û Îsa Oran ên ku di êrîşan de li Surê jiyana xwe jidest dane li baxçê dibistana seretayiya Yavuz Selim de nin. Destur nadin malbat cenazê xwe bigirin.

Dorpêça ser Sura Amedê 23 roj li peyî xwe hêla, qedexe û êrîş berdewam dikin. Duh di bombabarana ser 6 taxande Mesut Seviktek û Îsa Oran jiyana xwe jidest dan. Cenazê Mesut û Îsa li baxçê dibistana seretayiya li derdora Bazara Maste tê girtin. Polîs desturê nadin ku malbat biçin cenazê xwe bigirin.

(be-şa/zt)